OHD'ê têkildarî êşkenceya li girtiyan serlêdan kir

OHD'ê têkildarî binpêkirina mafên mirovan û êşkenceya li girtiyan serî li 2 wezaretan da.

RAPORÊN LI SER GIRTÎHGEHAN

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Enqereyê têkildarî binpêkirinên mafan ên girtiyên li Girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn di dema sewqên nexweşxaneyan de dijîn serî li Wezareta Karên Hundir û Wezareta Tenduristiyê da.

OHD’ê di serlêdanên wezaretan de xwest ku pêkanînên dibin sedema binpêkirina mafên tenduristiyê bi dawî bibin.

OHD’ê di serlêdana têkildarî mijarê li Wezareta Karên Hundir dane de bal kişand ku girtiyên nexweş ji ber ferzkirina lêgerîna nava dev a li girtîgehan naçin nexweşxaneyê û wiha got: “Pêkanîna lêgerîna nava dev, bi tena serê xwe pêkanîneke ku rûmeta mirovan tune dihesibîne ye û teşeyeke îşkenceyê ye. Ferzkirina vê pêkanînê ya li girtiyan, weke ku zirarê dide rûmeta kesan di heman demê de di şexs de dibe sedama êşê û dibe sedem ku mirov xwe biçûk bibîne. Di navbera têgehên qedexekirina mûameleya biçûkxistinê û rêzgirtina rûmeta mirovahiyê têkiliyeke xurt heye. Mûameleya biçûkxistinê dikeve çarçoveya qedexeya êşkenceyê.

Di hevdîtinên hatin kirin de derketiye holê ku lêgerîna nava dev teşeyeke îşkenceyê ye û her wiha li pêş xwegihandina mafê tenduristiyê ya girtiyan astengiyeke mezin heye. Girtiyên ku hevdîtin pê re hatin kirin ragihandin ku ji bo rastî pêkanîna lêgerîna nava dev neyên neçar mane ku dest ji mafê xwe yê sewq û dermankirinê berdin. Ev rewş bi taybetî ji bo girtiyên nexweşên giran derketiya asta ku bibe sedema binpêkirina mafê jiyanê.”

OHD’ê di serlêdana li Wezareta Tenduristiyê hate kirin de destnîşan kir ku mûayeneya bi kelemçe ya girtî û hikumxwariyan rê li ber binpêkirina mafê tenduristiyê vekiriye, divê ev astengî ji holê bên rakirin û ev tişt gotin: “Dema weke rêveberî berpirsyartiya we ya bicihanîna mafê tenduristiyê yê girtî û hikumxwaran li ber çavan hate girtin, divê hûn bi rêbazên hiqûq û etîkê bînin bîra nexweşxaneyan, personelên tenduristiyê û bijîjkan ku di dema mûayeneya girtî û hikumxwaran de destûr neyê dayîn ku hêzên ewlehiyê li odeya mûayeneyê bisekinin û mûayeneyea bi kelemçe neyê kirin. Di vî warî de em li bendê ne ku ji bo pêkanînên dibin sedema binpêkirinên mafan ên tenduristiyê bi dawî bibin, tişte hewce were kirin.”