BI DÎMEN

Ji Hambûrgê bang: Em li Çewlîkê piştgiriyê bidin namzetên DEM’ê

Welatparêzên li Hambûrg û derdora wê dimînin, bang li her kesî kirin ku li Çewlîkê û navçeyên wê piştgiriyê bidin namzetên DEM Partiyê.

JI BO ÇEWLÎKÊ DAXUYANÎ

Înîsiyatîfa Piştgiriya bi Namzetên DEM Partiyê ya Çewlîkê ya Hambûrgê ku ji aliyê welatparêzên li Hambûrg û derdora wê dijîn ve ji bo hilbijartinên 31’ê Adarê hate avakirin, bang li her kesî kir ku li Çewlîk û navçeyên wê piştgiriyê bidin namzetên DEM Partiyê û got: “Dem hatiye ku mirov li Çewlîkê ji AKP’ê re bêje raweste.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Çewlîg cihekî welê ye ku di sala 1982’yan de di referandûma zagona bingehîn de herî kêm deng da darbekaran û dîrok nivîsand û wiha hate gotin: “Divê heman ders vê carê were dayîna Erdogan.”

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin diyarkirin:

“Êdî dem hatiye ku mirov ji AKP’ê re bêje raweste. Hevkariya AKP’ê ya bi dijminê Kurdan MHP’ê re, maskeyê veşartî yê AKP’ê xistiye xwarê.”

‘WEZÎFEYEKE WELATPARÊZIYÊ YE’

Înîsiyatîfê ev peyam jî da:

“Hemû hevalên ku berê di DEM’ê de rêveberî kirine, di hilbijartinên şaredariyê de bûne namzet û weke parlamenter hatine hilbijartin yan jî bûne namzet, divê dakevin qadê û bi rengekî herî aktîf bixebitin. Dîrok û gelê me wê rewşeke cuda qebûl neke. Yanî welatparêzên ku çûne ji derveyî Çewlîgê û niha li Ewropa yan jî metropolên Tirkiyeyê dijîn, yên bikarin bila a niha biçin Çewlîgê û yên nekarin jî divê bi rêya telefon û platformên înternetê hevalên xwe û xizmên xwe ji bo deng dayîna DEM’ê îkna bikin. Ev wezîfeyeke welatparêziyê ye.”