HILBIJARTINÊN XWECIHÎ 2024
Hemû Nûçe
-
Erol: Em ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên Tetwanê amade ne
Namzetê DEM Partiyê Mumîn Erol diyar kir ku AKP a ku îradeya hilbijêran desteser kiriye, di dema dagir kirina Şaredariya Tetwanê ya 5 salî de ti çareserî pêk neaniye û got: “Em ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan amade ne.” -
Endamên DEM Partiyê bi şev û roj mal bi mal digerin
DEM Partî lez da xebatên xwe yên hilbijartinê. Endamên DEM Partiyê bi şev û roj mal bi mal digerin. Namzetên DEM Partiyê li her derê bi coş hatin pêşwazîkirin. -
Eşîra Cafîriyan bi rengekî girseyî serdana DEM Partiyê kir
Eşîra Cafîriyan ku li Şirnexê yek ji eşîrên herî mezin e, ragihand ku dê di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de piştgiriyê bidin DEM Partiyê. -
Tulay Hatîmogûllari: Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di Newroza Depê de axivî û diyar kir ku divê demildest tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe û deriyên Îmraliyê bên vekirin. -
Femînîstan piştgirî dan Gultan Kişanak
Femînîstan bi daxuyaniyekê piştgirî dan Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Gultan Kişanak û gotin, Gultan Kişanak her wiha namzeta wan e. -
'Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê wê pirzimanî be'
Mûrat Çepnî yê Namzedê Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê yê DEM Partiyê got, ew ê Stenbolê bikin bajarekî pirzimanî û Kurdî wê li hemû qadên gel were bikaranîn. -
Bayindir: Em ê mohra xwe li azadiyê bidin
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir beşdarî vekirina buroyê bû û got, “Dema em Newrozê pîroz dikin û di 31’ê Adarê de biçin ser sindoqan em ê vê talan û dijminatiyê bi bîr bînin. Em ê mohra xwe li azadiyê bidin û bi ser bikevin.” -
Gel li her derê eleqeyeke mezin nîşanî DEM Partiyê dide
Ji bo hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê yên 2 hefte mane,DEM Partî li gelek bajaran lez da civînên gel. Li Edeneyê Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar destnîşan kir ku ger jin azad bibin dê hikûmet qels bibe û winda bike. -
Berdan Ozturk: Welatê min Kurdistan e, hûn ê qebûl bikin
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk li Wanê di xebatên hilbijartinê de anî ziman ku gel wê di hilbijartinên 31'ê Adarê de bersiva derewîn û talankaran bide û got: ‘’Welatê min Kurdistan e, hûn ê qebûl bikin.’’ -
Ji bo siyasetmedarê girtî Tahîr Koçer çalakî
Ji bo siyasetmedarê Kurd Tahîr Koçer ku li bajarê Munchen ê Elmanyayê girtî ye, çalakiyeke piştevaniyê hate lidarxistin. -
Suryanî jî piştgirî didin DEM Partiyê
Yekîtiya Suryaniyên li Ewropayê bang li gelê Suryaniyan kir ku di hilbijartinên xwecihî de destekê bidin namzetên DEM Partiyê û li welêt û li dîasporayê di nava xebat û çalakiyan de cih bigirin. -
'Divê jiyan bi hestên hevgirtinê bên xurtkirin'
Namzeta Hevşaredariya Dêrikê ya DEM Partiyê Songul Ozbahçecî bal kişand ser pirsgirêkên li navçeyê tên jiyîn û got, bi bawerî û hesta piştevaniyê divê ew bajarên xwe bikin qadên jiyanê. -
Li Kayseriyê li dijî wesayita DEM Partiyê êrîşa çekdarî
Li navçeya Kocasînan a Kayseriyê li hemberî wesayita hilbijartinê ya DEM Partiyê êrîşeke çekdarî hate kirin. Hate ragihandin ku êrîşkar hatiye binçavkirin. -
'Em ê tevî gelê xwe şaredariyê ji qeyûm rizgar bikin'
Namzetê DEM Partiyê yê ji bo Hevşaredariya Sêrtê Mehmet Kaysî got, "Şaredariya Sêrtê veguheriye qereqolê. Beriya her tiştî em ê tevî gelê xwe şaredariyê ji qeyûm rizgar bikin." -
DEM Partiyê li gelek bajaran xebatên hilbijartinê domand
DEM Partiyê di çarçoveya xebatên hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de li gelek bajaran xebatên xwe didomîne -
Egîtîm-Sen’ê nerazîbûn nîşan da ku li Wanê ji bo mîtînga Erdogan dibistan tên girtin
Şaxa Wanê ya Egîtîm-Sen’ê ragihand ku berî ku Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ji bo mitîngê were bajêr, dixwazin dibistanên li navçeya Artemêt bi awayekî fiîlî bigirin. -
Karatekîn: Gelê Kurd wê bersiva pêwîst bide
Siyasetmedarê Kurd Zulkuf Karatekîn diyar kir ku gelê Kurd wê bi têgihiştineke mezin di hilbijartinê de bersiva pêwîst bide mejiyê qeyûm û got, gel wê şaredariyên xwe jinûve bi dest bixe. -
‘Em ê dawî li xespa AKP’ê ya li Bedlîsê bînin’
Namzetê Hevşaredariya Bedlîsê ya DEM Partiyê Mehmet Nazir Karabaş diyar kir ku AKP’ê bi zor û hîleyê şaredarî desteser kir, lê vê carê wê bi hîle û lîstokên xwe nekare encam werbigire û got: “Hêza me ya serketinê heye.” -
Soylemez: Em ê Mûşê rakin ser piyan
Namzetê DEM Partiyê yê ji bo Hevşaredariya Bajarê Mûşê Sirri Soylemez got, "Li vî bajarî tenê nelrêtî û xizmeta ji bo rantê heye. Em ê pêşî li vê bigirin. Em ê bajarê xwe jinûve rakin ser piyan." -
Gelê Silopiyayê daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kirin
DEM Partiyê li Silopiyayê civîneke gel li dar xist. Bi hezaran kesan daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. -
Ahmet Turk li navçeya Rişmilê bi gel re hat ba hev
Namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, li taxên Bilêbînê, Kanîka Zuwa û Şûrê yên navçeya Rişmilê bi gel re hatin ba hev. Namzetên hevşaredariyê yên Nisêbînê jî xebatên xwe didomînin. -
‘Mehdî Oztuzun ne namzetê me ye û têkiliya wî bi partiya me re nemaye’
Koordînasyona Saziyên Êlihê diyar kir ku Mehdî Oztuzn ne namzetê hevşaredariya DEM Partiyê ye û got, "Tu têkiliya wî bi partî û saziyên me re nemaye.” -
Bakirhan li Milazgirê axivî: Mala kurdan ev der e, DEM Partî ye
Hevserokê Giştî yê Dem Partiyê Tuncer Bakirhan di hevdîtina gel a li navçeya Milazgir a Mûşê de axivî û got: “Her dengê ji bo AKP’ê tê avêtin, ji bo tifaqa JÎTEM’ê diçe ku gelê kurd qetil kiriye. Mala kurdan ev der e, DEM Partî ye.” -
Ji 7 heta 70 salî her kes bi ruhê seferberiyê dixebite
Hevserokên Giştî yên DBP'ê ku li Êlihê karê hilbijartinê dikin, diyar kirin ku ji 7 heta 70 salî her kes di vê hilbijartinê de bi ruhê seferberiyê kar dikin. -
DEM Partiyê Belgeya Çand û Zimanê Kurdî eşkere kir
Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê li ber Goristana Ehmedê Xanî ya li Bazîdê Belgeya Stratejî û Polîtîkaya Zimanê Kurdî û Çanda Kurdewar eşkere kir.