Pinar Sakik Tekîn: Gel îradeya xwe nîşan da

Hevseroka DEM Partiyê ya Bajarê Amedê Pinar Sakik Tekîn diyar kir ku gel îradeyeke mezin nîşan da û got, "Encama pîrozbahiyên Newrozê têkbirina qeyûman e."

NIRXANDINA NEWROZÊ

Hevseroka DEM Partiyê ya Bajarê Amedê Pinar Sakik Tekîn anî ziman ku di Newrozê de ya ku bi milyonan mirov tevlî bûn, li dijî polîtîkayên şerê taybet ên desthilatdariya AKP-MHP'ê û desteserkirina îradeyê, sekneke şênber hate nîşandan.

Pinar Sakik Tekîn diyar kir ku piştî pîrozbahiyên Newrozê destpê kirin li tevahiya bajar, navçe û taxan gel Newroz pîroz kir. Pinar Sakik Tekîn ragihand ku li kolanan ruhê salên 1990'î geş bû û got, "Li her kolanê agir hate dadan. Newroza îsal bi ruh û îradeyeke hîn cuda hate pêşwazîkirin. Di serî de 57 navendan li dehan cihî Newroz hate pîrozkirin. Li bajarên Tirkiye, Kurdistan û Ewropayê bi milyonan Kurdan agirê Newrozê geş kirin. Me jî li Amedê malovanî ji Newrozeke mezin re kir û tenê ji bo Newrozê hezar kesî wezîfe kir. Tevî ku baran dibariya û meha Remezanê bû qada Newrozê tijî bû. Ev yek ne tenê pîrozkirina Newrozê ji aliyê gelê Kurd bû, di heman demê de bersiva li polîtîkaya asîmîlasyonê ya sed salî, bersiva li qeyûman û desthilatdariya AKP-MHP'ê bû."

Têkildarî peyamên ku di Newrozê de hatin dayin jî Pinar Sakik Tekîn got, "Destpêkirina hevdîtinên bi Birêz Abdullah Ocalan re û pêkanîna çareseriyê daxwaza herî mezin a gel bû. Hem di Newrozê de hem jî di karên hilbijartinê de ev daxwaz a gel bû. Daxwaza hevpar a gelên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê aştî li dijî şer û pêkanîna çareseriya pirsgirêka Kurd e. Tecrîda girankirî ya li ser Birêz Ocalan bandor li ser tevahiya civakê kiriye. Haya gel ji vê heye û bi vê têgihiştinê dibêje 'Azadiya Rêberê me azadiya me hemûyan e' û li qadan banga bidawîkirina tecrîdê dike. Bi wesîleya Newrozê me careke din fêhm kir ku tecrîd ji bo gelan hemûyan pirsgirêke û ji bo pêkhatina aştiya civakî divê tecrîd tavilê bi dawî bibe. Di vê hilbijartinê û Newrozê de dirûşma me 'Rabe' ye û gelê me bersiv da vê yekê. Bi milyonan mirov daketin qadan û bersiva 'Rabe' ya partiya me dan. Encama Newrozê têkçûna qeyûman e."

Pinar Sakik Tekîn diyar kir ku bi vê bandor û biryardariyê ew ber bi hilbijartinên xwecihî ve diçin û got, "Li dijî mejiyê ku îradeya gel desteser kiriye, gelê Kurdistanê wê bersiva herî şênber bide. Her dengekî bê dayin wê bibe sîleyek û li rûyê qeyûman bikeve. Yên ku hesabê wê yekê dikin ku bi gef, zext, êrîş û girtinê dikarin îradeya gelê me desteser bikin, wê careke din li sekna serbilind a gelê me rast bên."