Xelkê Êlihê wê bersivê bide polîtîkayên şerê taybet

Li Êlihê ku ji sala 2020'î ve ji aliyê qeyûm ve hatiye desteserkirin, gel bi biryar e ku piştgiriyê bide DEM Partiyê.

HILBIJARTINÊN XWECIHÎ

Li Êlihê biryardariya DEM Partiyê dewam dike. Rayedarên DEM Partiyê diyar dikin ku wê ji hilbijartinên 2019'an bêhtir dengan werbigirin.

Di hilbijartinên xwecihî yên sala 2019'an de HDP'ê ji sedî 60 ê dengan wergirtibû û şaredarî qezenç kiribû, lê belê piştî salekê şaredarî hatibû desteserkirin. Karê destpêkê yê qeyûmê dagirker jî qedexekirina Kurdî li şaredariyê bû. Derfetên şaredariyê pêşkêşî AKP'iyan û dewama Hîzbûlkontra Huda Parê têne kirin.

HUDA PAR TENÊ LI SER MEDYA DÎJÎTAL HEYE

Li bajêr rojeva hilbijartinê li her derê tê nîqaşkirin, lê tişta belkêş ew e ku rojeva şêniyên bajêr a li ser hilbijartinê ji rojev û n îqaşa li ser medya dîjîtal gelekî cuda ye. Bi taybetî medya nêzî desthilatdariyê û medya dîjîtal dema dawî hewl didin ku Huda Parê bidin pêş û weke ku hêza wê heye nîşan bide. Lê belê diyar e ku ev hewldan li nava bajêr bi kêr nayê.

GULISTAN SONUK JI ALIYÊ GEL VE TÊ HEZKIRIN

Ji bilî Huda Parê, hewldana ji bo parçekirina DEM Partiyê ya ku bi rêbazên şerê taybet tê kirin, hatiye têkbirin. Gel hem bi xurtî tevlî çalakiyên DEM Partiyê dibe, hem jî beşdarî karên hilbijartinê dibe. Her mirovên ku em pê re axivîn anîn ziman ku bûyerên dema dawî qewimîn encamek ji polîtîkayên şerê taybet ên desthilatdariyê ye, desthilatdariya ku hêza DEM Partiyê dibîne li her derê êrîş dike.

Namzeta DEM Partiyê ya ji bo Hevşaredariya Êlihê Gulistan Sonuk jî miroveke ku ji aliyê gel ve tê hezkirin. Roja Sonuk bi temamî bi karên hilbijartinê derbas dibe. Di nava gel de ye û bi rengekî gelekî erênî ji aliyê gel ve tê pêşwazîkirin. Gel berevajî gotinên li medya dîjîtal, hurmeteke mezin nîşanî Sonuk dide.

Xelkê Êlihê nerazîbûna xwe ya li hemberî qeyûman di her şert û mercî de tîne ziman. Ji ber çavkaniyên ku pêşkêşî AKP'iyan û Huda Parê hatine kirin, ji bo Êlihê tiştek nehatiye kirin. Li Êlihê ji bo saetekê jî baran bibare wê bajar di nava heriyê de bimîne. Li bajêr pirsgirêka avê hîn jî neqediya ye, berevajî zêde bûye. Ji bilî nivîsa BATMAN a ku li navenda bajêr hatiye nivîsandin, qeyûm tiştek li bajêr nekiriye. Rê xerabe ne, ji bo wesayitan li navenda bajêr cihê parkê nîne. Sergo nayê komkirin. Xelkê Êlihê di wê baweriyê de ye ku qeyûm wan ceza dike, ji ber ku ew piştgiriyê didin DEM Partiyê û piştgirî dida partiyên beriya wê. Rayedarên DEM Partiyê diyar dikin ku di vê hilbijartinê de wê li Êlihê serketineke mezin bi dest bixin, ji hilbijartinên 2019'an bêhtir dengan werbigirin û bersiveke girîng bidin mejiyê qeyûm.