BI DÎMEN

Namzetên Riha û Tetwanê bang li 'hilbijêrên bi tevger' kirin

Namzetên DEM Partiyê yên Riha û Tetwanê bang li wan hilbijêran kirin ku li bajarên cuda ne, lê divê li Kurdistanê dengê xwe bi kar bînin.

Ji bo hilbijartinên xwecihî çend roj man. DEM Partî karê xwe yê ji bo hilbijêrên bi tevger dewam dike, ku li hin bajarên cuda ne lê belê divê dengê xwe li Kurdistanê bi kar bînin. DEM Partiyê ji ser hesabên xwe yên medya dîjîtal bang li hilbijêrên bi tevger kir.

Namzeta DEM Partiyê ya Hevşaredariya Navçeya Tetwanê Belkiza Beştaş Epozdemîr û Namzetê DEM Partiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Celaledîn Erkmen bi dîmen bang li hilbijêrên bi tevger kirin ku hem dengê xwe bi kar bînin hem jî tevlî kar bibin.

'JI AVAHIYA DEM PARTIYÊ YA NÊZÎ XWE DIKARIN ALÎKARIYÊ WERBIGIRIN'

Celaledîn Erkmen got, "Ji bo hilbijêrên me yên li welêt û derveyî welêt karibin dengê xwe bi kar bînin, seferberiyê destpê kir. Navenda me ya giştî wê ji peydakirina wesayitan heta bi derfetên madî wê piştgiriyê bide. Hilbijêr dema biçin avahiya DEM Partiyê ya nêzî xwe, hingî wê pirsgirêk çareser bibe."

Erkmen got, "Riha bajarekî welê ye ku hem koçberî jê çêbûye, hem jî koçber xwe lê digirin. Em bang li Rihayiyên li derveyî Rihayê dikin ku bên û ji bo çend rojan jî be tevlî kar bibin. Nikaribin bên jî bi rêya telefonê dikarin derdora xwe îqna bikin û bixin nava liv û tevgerê. Em nêzî serketinê ne, em ê teqez bi ser bikevin."

'EM XWEDÎ LI TETWANÊ DERKEVIN'

Belkiza Beştaş Epozdemîr jî got, "Banga me li wan hilbijêran e ku dengê xwe li Tetwanê ye, lê bi xwe li derveyî bajêr in; em xwedî li dengê xwe derkevin ku îradeya me ye. Eger derfet nebe hingî divê li rêxistinên bajar û navçeyan bigerin. Tetwan ji bo me girîng e, em xwedî lê derkevin.

Di 31'ê Adarê de li hemberî dengên heram em dengê xwe bi kar bînin ku îradeya me ye. Tetwan a me ye."