Li Silopiyayê di mîtînga DEM Partiyê de bi hezaran kes li hev civiyan

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê, mîtînga fînalê ya Botanê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) bi beşdariya bi hezaran kesî destpê kir.

Mitînga fînalê ya Botanê ku Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeya Silopiyayê li dar dixe destpê kir. Ji bilî Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û berdevka partiyê Ayşegul Doganê bi hezaran kes tev li bûn.

Girseya gel bi hinceta kontrolê li ber qada mitîngê tên sekinandin, li ber dahol û zirneyê govendê digerînin. Piştî lêgerîna li qadê girseyê dest bi ketina qadê kir. Polîs hewl dide cilên bi rengên kesk û sor û zer asteng bike. Şêniyên Silopiyayê jî li dijî vê rewşê dirûşma “Em ê bi berxwedanê serbikevin” bersiv dan. Bi hezaran kesên bi şal û şepik û cilên xwe yên rengîn hatin mitîngê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.

Balkêş bû ku welatiyên astengdar û kal û pîr bi kursiyên xwe yên biteker û gopalên xwe û jin jî bi pitikên xwe hatin qada mitîngê. Bi hezaran kesên bi zêdebûna coşê li qadê kom bûn, sirûda Çerxa Şoreşê xwendin.

Bername dê piştî axaftina Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û pişt re bi derketina ser dikê ya hunermend Xecê û Arhat berdewam bike.