HILBIJARTINÊN XWECIHÎ 2024
Hemû Nûçe
-
Tulay Hatîmogûllari: Em ê 31’ê Adarê qeyûman bişînin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li bajarokê Bulamê yê Semsûrê wiha got: “Em ê di 31’ê Adarê de ji zîhniyeta qeyûm re bibêjin ‘na.’ Em ê ji bo xizmetê ji Bulamê re bikin bên.” -
Nameya Leyla Guven
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku niha li Girtîgeha Jinan a Sîncanê rehîn tê girtin, derbarê hilbijartinên xwecihî de ji gelê Rihayê re nameyek şand. -
Dogan Hatûn: Em ji bo bicihanîna îradeya gel dixebitin
Namzetê DEM Partiyê yê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatûn got, "Em ji bo bicihanîna îradeya gel dixebitin. Bi taybetî wezîfeyeke mezin dikeve ser milê hilbijêrên li derveyî 33 bajarên Kurdan." -
KCDK-E ji bo hilbijartinên 31'ê Adarê banga seferberiyê kir
KCDK-E'yê bang li gelê Kurd ê li derveyî welat û hêzên demokratîk kir ku ji bo DEM Partî di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adara 2024'an de bi ser bikeve têkevin nava liv û tevgerê û vê firsendê veguherînin pêngava berxwedana li dijî tecrîdê. -
Bakirhan: Em ê qeyûmên ku dijminê ziman û çanda me ne bişînin
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku ew ê şaredariyên wan ên di sala 2019’an de ji aliyê leşker, polîs û tabûran ve hatibûn desteserkirin, di 31’ê Adarê bistînin. -
Tulay Hatîmogullari: Em ê 31’ê Adarê diyarî Îmraliyê bikin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di civîna gel a li navçeya Xelfetî ya Rihayê de axivî û xwest deriyê Îmraliyê di demeke herî nêz de bên vekirin û got, "Em ê 31'ê Adarê diyarî Îmraliyê bikin." -
Namzetên DEM Partiyê lez dan xebatên hilbijartinê
Ji hilibijartinên xwecihî re 20 roj mane, namzetên hevşaredariyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê Gelan (DEM Partî) lez dan xebatên hilbijartinê û gel eleqeyek mezin nîşanî wan didin. -
Tulay Hatîmogûllari: Em ê di 31’ê Adarê de saltanata wan hilweşînin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari: Em ê di 31’ê Adarê de saltanata wan hilweşînin. Îro li vê qadê xelkê Bêrecûkê soz da me; em ê di 31’ê Adarê de li vê qadê bi hev re govenda serkeftinê bigerînin.” -
Tûncer Bakirhan: Gelên Bedlîsê wê rê nedin qeyûman
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan li Bedlîsê karên hilbijartinê dimeşîne û got, "Gelên Bedlîsê wê rê nedin qeyûman. Xelkê Bedlîsê wê vê sîstema rantxuriyê rawestîne." -
Tulay Hatîmogûllari: Divê ti Kurd dengê xwe nedin AKP’ê!
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê li Pirsûsê wiha got: “Divê ti Kurd dengê xwe nedin AKP’ê. Cihên ku nikarin bi hilbijartinê bi dest bixin jî hewl didin bi hilbijêrên sixte bi dest bixin. Lê belê em ê vê hewldanê vale derxînin.“ -
Yilmaz: Gelê me wê xwedî li îradeya xwe derbikeve
Namzetê Hevşaredariya Bêgirê ya DEM Partiyê Bariş Yilmaz wiha got: “Gelê me wê car din xwedî li partî û îradeya xwe derbikeve; dersa demokrasiyê bide Tirkiyeyê.” -
‘Ev hilbijartin ji bo Kurdan derfet e’
Namzetê Hevşaredariya Miksê Ayvaz Hazir anî ziman ku ew vê hilbijartinê ji bo xwebirêvebirina Kurdan gelekî girîng dibîne û diyar kir ku hilbijartinên xwecihî ji bo gelê Kurd şanseke mezin e. -
Hasan Basrî Firat: Em piştgiriyê bidin DEM Partî
Yek ji neviyên Şêx Seîd Hasan Basrî Firat, bal kişand ser îstîsmarkirina ol û avahiyên di bin kontrola dewletê de û anî ziman ku divê hemû Kurd destekê bidin DEM Partiyê. -
Li Hambûrgê şahiya piştevaniya DEM Partiyê
Li Hambûrgê, ji bo namzetên DEM Partiyê yên Hevşaredariya Navçeya Depê ya Xarpêtê Songul Duzgun û Cafer Ogûr çalakiyeke piştevaniyê hate lidarxistin. -
Li Mêrdînê xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê didomin
DEM Partiyê di çarçoveya xebatên hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de serdana Taxa Hecî Hesen a girêdayî navçeya Qoserê ya Mêrdînê kir. -
Xebatên namzetên DEM Partiyê gund bi gund didome
Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê di tevahiya rojê de gund bi gund û navend bi navend xebatên hilbijartinê kirin. -
Bakirhan li Xîzanê axivî: Xwişk û biratiyek wiha nabe!
Hevserokê Giştî ya DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di hevdîtina bi gel ya li navçeya Xîzanê de got, “Herêmên Kurd lê dijîn weke ‘terorîstan’ pênase dike. Ma xwişk û biratiyek wiha dibe?” -
Tulay Hatîmogûllari: Em ê Rihayê jî Sêweregê jî bi dest bixin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ku li Sêweregê bi gel re hevdîtin kir got, "Em ê mohra xwe li dara DEM Partiyê bidin ku jiyanê dide Anatoliya û Mezopotamyayê. Em ê Rihayê jî Sêweregê jî bi dest bixin.” -
Bakirhan bang li hilbijêrên bajarokê Weysel Qeranî kir
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ku li Sêrtê serdanên xwe dewam dike, bang li hilbijêrên bajarokê Weysel Qeranî kir ku namzeta herî ciwan a hevşardariyê Berfîn Evren hilbijêrin. -
Li Mûşê atmosfera hilbijartinê: Rengê me DEM Partî ye
Şêniyên Mûşê bi gotina 'Xizmet ji xelkê Mûşê re nayê kirin, tenê dizî tê kirin' nerazîbûn nîşanî namzetê AKP'ê Feyat Asya dan û gotin, "Ji bo jinûve jiyanê em piştgiriyê didin DEM Partiyê." -
Festîvala Ciwanan a Norşînê: Ciwan dê ji faşîstan re bibin bersiv
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk di festîvala ciwanan a li Norşînê de axivî û got, “Em çiqas şaredariyên xwe zêde bikin, em ê ji van faşîstan re ewqas bibin bersiv. Norşîn ji we re dibêje 'na'. Me ciwanî dest pê kir, em ê ciwanî bi ser bikevin." -
DEM Partî serdana komeleyên herêmî yên Mîdyadê kir
Endamên DEM Partiyê li Mîdyadê serdana komeleyên herêmî kirin. Di serdanê de peyama “Mala me Partiya Kurdan DEM Partî ye” hat dayîn. -
Eşîrên Memanî û Bekirî: Partiya me DEM Partî ye
Endamên eşîra Memanî yên li Patnosê û endamên eşîra Bekirî yên li Erdîşê ji ber ku navê wan bi endamên AKP’yî re hatiye vegotin bertek nîşan dan û gotin, "Partiya me DEM Partî ye." -
Civînên gel ên DEM Partiyê didomin: Di 31’ê Adarê de serkeftin heye!
Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên li gelek bajaran bi gel re hatin cem hev û peyama serketina 31'ê Adarê dan. -
Bakirhan: Em ê xwedî li têkoşîna Mazlûman, Şêx Seîdan derbikevin
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di civîna gel a li Misircê de axivî û got: “Em ê xwedî li têkoşîna Mazlûman, Şêx Seîdan derbikevin.”