Li Rihayê bi hezaran kes li dora DEM Partiyê kom bûn

Namzeta hevşaredariyê Bedriye Yorgun li Wêranşarê axivî û got: "Şaredarî dê bibin malê we", Namzetê hevşaredariyê yê Bêrecûkê Mehmet Begît jî got, "Xizmeta gel wê bi DEM Partiyê re bê."

LI RIHAYÊ HILBIJARTINÊN XWECIHÎ

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Rihayê bi şev û roj xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne. Endamên partiyê bi roj mal bi mal li taxên digerin, piştî fitarê li buroyên hilbijartinê û taxan civînên gel ên girseyî li dar xistin. Bi hezaran kes beşdarî civînên gel ên li Wêranşar û Bêrecûkê bûn.

Namzeta hevşaredariyê yê Wêranşarê ya DEM Partiyê Bedriye Yorgun û parlamentera berê ya Rihayê Ayşe Surucu, li taxa Şirnexê ya li navenda navçeyê bi beşdariya parlamentera berê civîneke gel li dar xist. Di civînê de jinan bi tilîliyan namzeta DEM Partiyê pêşwazî kirin, ciwanan dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin.

'WÊ WÊRANŞARÊ BI RENGÊ JINAN BI RÊ VE BIBIN’

Di civînê de Ayşe Surucu axivî û got: "Gelê Wêranşarê wê di 31'ê Adarê de bersivê bide AKP'ê." Ayşe Aurucu diyar kir ku navçe ji aliyê şaredariya AKP'ê ve hatiye xerakirin û wiha got: "Em baş dizanin ku dema em şaredariyê bi dest bixin wê ji aliyê hevşaredarên me ve gelekî baş bê birêvebirin. Şaredariya me wê bi rengê jinê bê birêvebirin. Em ji ku dizanin? Em ji rengê Leyla Guven dizanin."

Bedriye Yorgun jî anî ziman ku gelê Wêranşarê ji niha de derketina xwe îlan kiriye û got: "Ez dibînim ku we hemûyan biryara xwe daye. DEM Partî wê di 31'ê Adarê de ji sindoqan derkeve. Hûn ê vîna xwe eşkere bikin. Tişta ku ji we hatiye wergirtin hûn ê paşde bigirin. Di 31'ê Adarê de ji destê we hat girtin. Şaredarî wê bibin malên we. Hevrêyên min ên hêja, ev têkoşîn a we ye."

'EM Ê MALÊN DENGBÊJÊ VEKIN'

Bedrîye Yorgun projeyên ji bo ciwan û jinan anî ziman û wiha dewam kir: "Em ê ji ciwanan re cihên kar vekin. Li hemberî ciwanên me yên ku li parkan hişbirê dikêşin, ji bo ciwanên me îradeya xwe eşkere bikin, xwe birêxistin bikin û em ê bingehan amade bikin.  Dîsa em ê li taxan ji bo hevalên xwe yên jin malên çanda jinan vekin." 

XWEDÎ LI VÎNA XWE DERKEVE

Bedriye Yorgun bal kişand ser girîngiya hilbijêrên li derveyî navçeyê bên navçeyê û dengê xwe bidin û got: “Divê her kes bang li hilbijêrên li derveyî navçeyê bike. Divê hilbijêrên li derve werin û daxwaza xwe bikin. Partiya me dê çûn û hatina hilbijêrên li derveyî welat misoger bike."

BÊRECÛK

Li navçeya Bêrecûkê jî şêniyên taxên Asman, Cesas û taxa Xanê bi meşekê piştgirî dan DEM Partiyê. Di civîna gel de timî dirûşma "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" hatin berzkirin. Namzedê hevşaredariyê Mehmet Begît spasiya kesên ku ziyaret kirin kir û got, “Em ê heta roja dawî bi hemû hêza xwe bixebitin. Aştî wê bi DEM Partiyê were vî bajarî, dê bi DEM Partiyê re demokrasî were. AKP'ê weke soza hilbijartinê gaza xwezayî da taxên ku av lê nîne. Pêşî avê bibin, avê. Xizmeta gel wê bi DEM Partiy’ê re bê. Projeyên me yên cidî hene û ji bo pêkanîna wan tenê 4 roj mane. Serkeftin serkeftin serkeftin.”    Kesên ku beşdarî serdanê bûn li ber def û zirnê govend gerandin.