‘Armanca me ya sereke berfirehkirina qadên îstîhdamê ji bo jin û ciwanan e’

Namzetê hevşaredariya Qoserê ya DEM Partiyê Zeynî Îpek, anî ziman ku dema ew Şaredariya Qoserê ya ku ji aliyê qeyûm ve hatiye xespkirin bi dest bixin, armanca wan a sereke berfirehkirina qadên îstîhdamê ji bo jin û ciwanan e.

Di hilbijartinên 31'ê Adara 2019'an de ji HDP'ê Nîlufer Elîk Yilmaz û Salîh Kûday ên ji sedî 70,45’ê dengan wergirtin, bûbûn hevşaredarên Qoserê. Belgeya Salîh Kûday bi hinceta ku bi biryarnameyê ji kar hatiye dûrxistin ji aliyê YSK'ê ve nehate dayîn. Li ser vê Zeynî Îpek li cihê wî ji aliyê gel ve hat hilbijartin û bû hevşaredarê Qoserê. Piştî ku wan dest bi wezîfeyê kir, qeymeqamê navçeya Qoserê Huseyîn Çam di 4'ê Mijdara 2019'an de weke qeyûm li cihê wan hat tayînkirin. Qayûm Huseyîn Çam ê di rêveberiya şaredariyê cih digirt de, ji wergirtina pereyên îhaleyan a di bin navê komîsyonê heta zêdekirina fatureyan de tevlî gelek gendeliyan bû.

Zeynî Îpek di encama dengdana gel de, ji nû ve bû namzetê hevşaredariya Qoserê ya DEM Partiyê. 

Îpek, diyar kir ku di salên dawî de êrîşên di çarçoveya konsepta şerê taybet de li dijî jin û civakê hatine berfirehkirin û wiha got, “Em ji dîrokê dizanin ku eger şoreşek bê kirin, hêza pêşeng a vê yekê jin û ciwan in. Ev du dînamîkên sereke ne ku civakê bi rê ve dibin. Ji ber vê yekê, li hemberî ciwan û jinan êrîşeke piralî heye. Qoser cihekî ku her tim xwe li têkoşîna azadiyê radigire û ciwanan her tim gelek tevkarî lê kirine. Nifûsa wê ya ciwan ji xwe gelekî zêde ye. Di her du serdemên qeyûman de pêşî saziyên jinan hatin girtin û êrîş li ser destketiyên jinan çêbûn. Li Qoserê em bûne şahid ku li cihên herî navendî jî tiryak dikeve destê ciwanan û bikaranîna wan a li naverasta kolanê tê teşwîqkirin. Dîsa rewşeke xizanî ya kûr heye. Hêvî û gumanê ciwanan ji siberojê heye. Em dizanin ku di nava 2 salên dawî de zêdeyî 2 hezar ciwan çûne derveyî welat. Ev rasterast encama êrîş û pêkanînên alîgirê dewletê bûn. Dema ku em li tabloya derketiye holê dinêrin em dibînin ku di şexsê jin û ciwanan de civak tên hedef girtin.”

Îpek, da zanîn ku piştî şaredarî dewir bigirin ew ê pêşî qadên îstîhdamê ji bo jin û ciwanan ava bikin û wiha domand, “Em ê ji bo xizmeta bajêr, xebatên çandiniyê û avakirinê gavên mezin bavêjin. Em ê navê kolan û parkên ku ji aliyê qeyûm ve hatine guhertin, car din rast bikin û navê nirxên dîroka xwe ya têkoşînê li kolan û parkan bikin. Hêviya gel heye û bi coşa xwe di Newrozan de diyar kirin. Daxwaza wan gelek zelal in. Dema em ji bo xebatan serdana gund û taxan dikin, em vê helwest û coşa zelal a gelê xwe dibînin. Ev yek me gelekî kelecanî dike û em hêza xwe ya xebatê ji wan digirin. Berpirsyariya me ya sereke ye ku em bersivê bidin daxwazên wan.”