Li Îdirê tifaqa gel a li dijî tifaqa qirêj

Parlamenterê Îdirê yê DEM Partiyê Yilmaz Hûn li dijî tifaqa qirêj a bi serkêşiya desthilatdariya AKP-MHP'ê bang li gel kir ku dengê xwe bi kar bîne û ewlekariya dengan pêk bîne.

HILBIJARTINÊN XWECIHÎ

Di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) dixwaze Şaredariya Bajarê Îdirê qezenç bike. Mîna her hilbijartinê di vê hilbijartinê de jî tifaqa qirêj a bi serkêşiya desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê li hemberî DEM Partiyê ketiye nava liv û tevgerê. Tifaqa qirêj a desthilatdariya AKP-MHP'ê ragihand ku di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de wê piştgiriyê bide namzetê AKP'ê. Tevî vê tifaqa qirêj jî xelkê Îdirê xwe amade dike ku careke din bibêje DEM Partî.

GELÊN LI ÎDIRÊ DEM PARTIYÊ WEKE YEKANE RÊ DIBÎNIN

Parlamenterê Îdirê yê DEM Partiyê Yilmaz Hûn anî ziman ku gelên Kurd, Azerî, Terekeme yên li Îdirê ji ber xisara ku qeyûman kirin dixwazin ji vê sîstemê rizgar bibin, DEM Partiyê jî ji bo xwe weke yekane rê dibînin û got, "Me karên xwe yên hilbijartinê bi rengekî welê plan kir ku xwe bigihînin her mirovî. Me di asteke girîng de xwe gihand her mirovî. Ji bo hilbijêrên me yên li derveyî bajêr plana me amade ye. Li nava bajêr komîsyonên me ji bo tax, kolan, mal, girse û rûspiyên herêmê bi fedakariyeke mezin dixebitin."

GELÊ ME WÊ VÊ TIFAQA QIRÊJ TÊK BIBE

Hûn diyar kir ku polîtîkayên heyî yên desthilatdariya AKP-MHP'ê yên li dijî DEM Partiyê polîtîkayên nû nînin û got, "Di hilbijartinên derbasbûyî de jî li hemberî me bûbûn yek, her wiha di hilbijartinên 2019'an de Îyî Partî jî tevlî xwe kiribûn. Wê demê Meral Akşener bi rengekî eşkere li Îdirê namzet nîşan nedabû ji bo partiya me bi ser nekeve. Bêguman ev yek di nava gel de dibe sedema hêrseke mezin. Ji bo me dibe sedem ku hîn bêhtir bixebitin. Em vê tifaqa qirêj bi taybetî jî zilma ku AKP-MHP li gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê dike li her derê teşhîr dikin."

Yilmaz Hûn destnîşan kir ku tevî hemû lîstikan jî gelên Îdirê wê di 31'ê Adarê de vê tifaqa iqrêj têk bibe. Yilmaz Hûn bang li her kesî kir ku roja hilbijartinê xwedî li îradeya xwe derkeve.