BI DÎMEN

DEM Partiyê li Dûlkadîroglûyê xebatên xwe yên hilbijartinê zêde kir

Elîf Tûgçe Demîroglû ya Namzeta Hevşaredariya DEM Partiyê ya navçeya Dûlkadîroglû ya Mereşê got: ‘’Hevserokatî xeta me ya mor a jinan e. Feraseta me ya siyasî ew feraset e ji feraseta seroka jinbirayê derbasî pergala hevserokatiyê bûye.’’

Tevî ku ji hilbijartinên xwecihî re ji hefteyekê kêmtir wext maye, li navçeya Dûlkadîroglû ya Mereşê DEM Partiyê xebatên xwe zêdetir kirin.  Namzeta Hevşaredariya DEM Partiyê ya navçeya Dûlkadîroglûyê û yek ji ciwantirîn namzeta Tirkiyeyê Elîf Tûgçe Demîroglû, ji ber erdheja Mereşê xaniyê wan hilweşiya û li gel malbata xwe ya 5 kesî li gundê Hasan Koca yê Pazarcixê di konteynireke yekodeyî de dijî. Elîf Tûgçe têkildarî xebatên xwe yên hilbijartinê û projeyên xwe  şaredariyê ji ANF'ê re axivî.

Elîf Tûgçe got: ‘’Em niha li gundê xwe bi şert û mercên xwe hewl didin ku xaniyê xwe çêbikin. Gotina; 'Jiyan berxwedan e' hêz û moralê dide me. Bi vî awayî di nava hevgirtinê de em weke civak dikarin birînên xwe derman bikin.’’

Tugçe axaftina xwe wiha domand: ‘’Xebatên TOKÎ'yê hene, lê belê xanî nehatine teslîmkirin. Welatî neçar mane ku di konteyneran de bijîn. Du rojan beriya niha li navçeya Dûlkadîroglûyê di konteyniran de şewat derket. Mexdûriyeta însanan zêde dibe. Em ê li gel gelê xwe û rêveberiya xwe a herêmî ya partiya xwe bajarê xwe ava bikin.’’

EM Ê BI ŞAREDARVANIYA CIVAKÎ BIRÎNÊN ERDHEJÊ DERMAN BIKIN

Elîf Tûgçe got ku ger ew şaredariyê bi dest bixin wê şaredarvaniya civakî pêş bixin û got: ‘’Em ê li vî bajarî feraseta şaredarvaniya civakî pêş bixin. Em ê vî bajarî bikin bajarê jinan, ji bo xwendekaran çalakiyên civakî û çalakiyên weke şano û mîhrîcanan li dar bixin. Ji ber ku hewcehiya vî bajarî bi moralê heye. Ji bo xwendekaran projeyên me yên weke stad û şêwirmendiya alîkariya derûnî hene.’’ 

Elîf Tûgçe bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî:‘’ ’Hevserokatî xeta me ya mor a jinan e. Feraseta me ya siyasî ew feraset e ji feraseta seroka jinbirayê derbasî  pergala hevserokatiyê bûye. Em li hemû qadên jiyanê ji bo jiyaneke wekhev û azad li ber xwe didin. Em ê li navçeya xwe jî siyaseteke wekhev bikin. Em li dijî zîhniyeta dewleta serdest a mêr in. Em jin aşitiyê dixwazin û dev ji têkoşîna xwe bernadin. Bi gotina; ‘Jin Jiyan Azadî’ em ê têkoşîna xwe bidomînin.’’