BI DÎMEN

Meral Daniş Beştaş: Em xwedî li xwe derkevin û dengê xwe bidin xwe

Namzeta DEM Partiyê ya Hevşaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Meral Daniş Beştaş got: ‘’Girîngtirîn soza me ew e ku em xwedî li xwe derkevin û dengê xwe bidin xwe. Jixwe li Stenbolê em di Newrozê de bi ser ketin.’’

HILBIJARTINÊN XWECIHÎ

Tevî ku çend roj ji hilbijartinê re mane, xebatên hilbijartinê jî  zêde bûn. Namzeta DEM Partiyê ya  Hevşaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Meral Daniş Beştaş bi xebatkarên Egîtîm-Senê ya Şaxa Kadikoyê re civîya. Beştaşê bi taybetî bal kişand ser veguhestina dengdêran û ev yek şiband şêweyeke cuda ya qeyûman.

‘VÎNA DENGDÊRAN BI DENGDÊRÊN QAÇAX TÊ ÇEWISANDIN’

Meral Daniş Beştaşê ev yek anîn ziman: "Baş e, gelo bi rastî jî wê herkes bikaribe rêveberiya xwe bi xwe hilbijêre? Wê herkes bikaribe serokên şaredariyê û endamên meclîsa şaredariyan bi xwe hilbijêre? Mixabin ku na, wê gel bi xwe nikaribe hilbijêre.  Çimkî li herêmê dengdêrên ku ji aliyê dewletê ve li herêmê hatine bicihkirin û li wir najîn hene. Li gorî tesbîtên me nêzîkî 52 hezar hilbijêr li bajarê  Îdirê  hatine bicihkirin ku taybetî jî ev dengdêrên qaçax ji personelên leşkerî pêk tên. Hikûmet wan personelan ji derve tîne  û wan ser li bînaya polîsan tomar dike û ji wan re dibêje ku hûn dikarin di roja hilbijartinê de dengê xwe bi kar bînin. Û piştî hilbijartinê ew personel qeyda navnîşana xwe ji wan herêman radikin û vediguhezînin devereke din. Ev yek li gelek bajar û navçeyan heye. Em dikarin bibêjin ku ev kiryara hikûmetê ya qirêj  şêweyeke din qeyûman e, rewakirina desteserkirinê ye. Vîna gel bi dengdêrên qaçax tê çewisandin.Desthilatdariya AKP û MHP’ê li ser vê yekê polîtîka û xebatên qirêj dimeşînin. Jixwe şert û mercên kampanyaya hilbijartinê ne wekhev in. Li Stenbolê ev rewş bi awayekî berbiçav xwe nîşan dide. Namzetek hemû çavkaniyên dewletê bi kar tîne û kampanyaya hilbijartinê bi rê ve dibe yê din jî yên şaredariyê. Her wiha ev çavkanî û pere aîdî gel e, nabe ku ew şexs di navbera xwe de ji bo kampanyayên xwe xerc bikin.

‘EM XWEDÎ LI XWE DERKEVIN, DENGÊ XWE BIDIN XWE’

Ji vir heya bajarên Kurdan di warê kampanyayên hilbijartinê de sîstemeke nedemokrat û newekhev heye. tevî van newekhevîyan hemûyan jî em gelekî bibiryar in. Ji ber ku em dizanin ku gel vê zilm û newekheviyê dibîne. Li Stenbolê girîngtrîn soza me ew e ku em xwedî li xwe derkevin û dengê xwe bidin xwe. Jixwe li Stenbolê em di Newrozê de bi ser ketin. Nêzîkî milyonekî însan di pîrozbahiya Newrozê de hatin li ba hev. Hem cejna xwe pîroz kirin û hem jî helwesta xwe nîşan  dan.’’