‘Di 1’ê Nîsanê de em ê Şaredariya Tetwanê radestî gelê xwe bikin’

Tê payîn ku DEM Partî di van hilbijartinan de wê li Tetwanê di rêjeyekî zêde de deng bistîne. Namzeta Hevşaredariya Tetwanê ya DEM Partiyê Belkiza Beştaş Epozdemîr wiha got: “Em ê di 1’ê Nîsanê de şaredariyê radestî gelê xwe bikin.”

HILBIJARTINÊN XWECIHÎ

Li navçeya Tetwan a Bedlîsê xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê didomin. Di hilbijartinên sala 2019’an de şaredariya Tetwanê bi hîleyan ji destê HDP’ê hate standin. Li Tetwanê gel dibêje ku şaredariya AKP’î ti xizmetê ji gel re nake.

Namzeta Hevşaredariya Tetwanê Belkiza Beştaş Epozdemîr ji ANF’ê re axivî.

Belkiza Beştaş Epozdemîr diyar kir ku her demeke hilbijartinê cuda ye, şert û merc ne heman in û got ku piştî derbeya bi kontrol a ku AKP’ê sala 2016’an pêk anî, di sala 2019’an de li cihên ku HDP lê bi ser ketî yên mîna Tetwan û Malazgirtê, AKP’ê bi darbeyê girtin. Hevşaredar wiha dewam kir: “Di qonaxa dawî ya hilbijartinê de, em bi jin û ciwanan re hîn zêdetir dibin. Di hefteya dawî ya hilbijartinê de em piranî giranî didin xebatên Komîsyona Hiqûqê, endamên Desteya Sindoqan, Kar û Barên Zanistî. Di sala 2019’an de me şaredarî, mala gelê xwe qezenc kiribû, lê şeva hilbijartinê bi darbeya ku li dijî îradeya gel hatî kirin, ji gelê me hate standin. Em ê bi hêz, moral û kelecana ku ji sîstema xwe ya hevserokatiyê digirin, wê 1’ê Nîsanê şaredariyê radestî gelê xwe bikin.”

‘EM JI BO ALÎGIRÊN AKP’Ê JÎ BÛNE HÊVÎ’

Belkiza Beştaş Epozdemîr anî ziman ku li Tetwanê ne tenê ji piştevanên xwe re, ji kesên ku deng didin partiyên din re jî bûne hêvî, mirov bi xebatên DEM Partiyê re eleqeder dibin û ev tişt gotin: “Tetwanê gelek berdêlên giran dane, barê wê û berpirsyariyên wê yên li hemberî gel giran in û cihekî pîroz e. Ji roja destpêkê ku me dest bi xebatan kirî û vir ve li her cihê ku em çûyînê, em bi coşa mezin a gelê xwe re rû bi rû dimînin, em enerjiya pozîtîf dibînin. Li vir em bi şaredartiyeke AKP’ê ya westayî re tên beramberî hev. Li hemberî partiya me bawerî heye. Ne tenê piştevanên me, yên ku heta niha deng dane AKP’ê û partiyên din jî bi vî rengî ne. Em ji her beşekî civakê re bûne hêvî. Lewma berpirsyariyeke giran li ser milê me heye. Di partiya me de bi jin û ciwanan re bawerî, hêz, dînamîzm û hezkirin heye. Em bi biryar in ku 1’ê Nîsanê bi xelkê xwe yê Tetwanê re bên ba hev.”

WÊ HEMÛ DÎNAMÎK XWEDÎ MAFÊ GOTINÊ BIN

Belkiza Beştaş Epozdemîr ragihand ku tevî ku potansiyela turîzmê ya Tetwanê heye, şaredariya AKP’î dixwaze navçeyê tune bike û anî ziman ku projeyên têkildarî bajêr wê bi gel, ciwan, jin û kedkaran re were nirxandin, hemû dînamîkên bajêr wê li şaredariyê xwedî mafê gotinê bin.

Belkişa Beştaş îşaret bi beyannameyên hilbijartinê yên giştî û jinan kir û got ku ew ê nûneriya wekhev û demokrasiya xwecihî esas bigirin û projeyan bi destê jinan ava bikin. Belkiza Beştaş Epozdemîr ev tişt got: “Em armanc dikin ku ji vekirina saziyên xwe yên mîna Navenda Piştevaniya Jinan a Mizgîn ku ji aliyê desthilatdariyê ve hatine girtin, destpê bikin, heta avakirina meclîsên jinan, ji JINKART’ê heta Kooperatîfên Jinên Azad, ji bo ciwan, jin, zarok û astengdaran gelek projeyan bixin meriyetê. Di bin bunyeya şaredariyê de em ê şîr û berhemên şîr wergirin û bikin ku bên firotin. Em ê projeyên welê ava bikin ku gel bi xwe hilberîne, bifiroşe û têkildarî azadiya ekonomîk rehet bibin.”