Şahiya ciwanan: Dem dema serkeftina gelê Kurd e

Namzeta Hevşaredariyê ya Agiriyê ya DEM Partiyê Hazal Aras di şahiya ciwanan a ku ji aliyê Meclîsa Ciwanan a DEM Partî ya Agiriyê ve hat lidarxistin de axivî û xwest her ciwan di hilbijartinan de berpirsyariya xwe ya dîrokî bi cih bînin.

Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Agiriyê li eywana dewetekê şahiya ciwanan li dar xist. Rêxistina DEM Partiyê ya Agiriyê, namzetên hevşaredariyan, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, bi sedan welatî û ciwan tevlî şahiyê bûn. Di eywanê de pankarta “Me bi ciwantî dest pê kir, em ê bi ciwantî bi ser kevin” hat daliqandin. Di şahiyê de bêyî navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “PKK Gel e, Gel li vir e” û “Şehît namirin” hatin berzkirin.

Di şahiyê de ji bo giyanê şehîdan deqeyek rêz hate girtin. Piştre sînevizyona têkoşîna Kurd a ji 1978’an vir ve hat nîşandan.

Piştre namzeta Hevşdaredariyê ya Agiriyê Hazal Aras axivî û got: “Ji ber ku em bi ciwanan re ne, kelecanek mezin dijîn. Di dîrokê de ciwan bûne xwedî hêza guhertin û veguhertina civakê. Îro jî heman tiştî dijîn. Ji hilbijartinê re demekê kurt ma. Em di serdemeke hilbijartinê ya neheq re derbas dibin. Ev du mehin xebatên hilbijartinê dimeşînin. Lê hêza ku em pê re rû bi rû ne, serî li xapandin û derewan dide. Hevalên me yên ciwan di vê pêvajoyê de kedek mezin dan. Divê ji niha û pê ve hevalên me yên ciwan berpirsyariya xwe bi cih bînin. Em dixwazin hevalên me yên ciwan hewl bidin ku hemû nasên xwe razî bikin. Bila berpirsiyariya sindoqan bigirin. Ev hilbijartin hilbijartina hebûn û tûnebûnê ye. Ji bo vê jî em dixwazin her yek ji me berpirsyariya xwe ya dîrokî bi cih bîne.”

Namzetê Hevşaredariyê yê Agiriyê Mehmet Akkûş jî axivî, diyar kir ku dem dema serkeftina gelê Kurd e û got: “Ji hilbijartinê re 3 roj maye. Em jî ranakevin bila ciwan jî ranekevin. Em ê bajarê xwe ji talankeran û dizan xilas bikin. Dem dema serkeftina gelê Kurd e.”

Endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê yê Agiriyê Suleyman Cûşa jî bal kişand tecrîda bi ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiya greva birçîbûnê ku girtîgehan de dest pê kiriye.

Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.