BI DÎMEN

Divê gelê me teqez biçe warê xwe û dengê xwe bi kar bîne!

Namzeta DEM Partiyê ya Hevşaredariya Stenbolê Meral Daniş Beştaş got, "Mijara hilbijêrên bi tevger gelekî girîng e". Namzetê DEM Partiyê yê Hevşaredariya Kadikoyê Veysî Eskî jî got, "Yên qeyda xwe li vir nîne divê teqez li warê xwe dengê xwe bi kar bîne."

HILBIJÊRÊN BI TEVGER

Namzeta DEM Partiyê ya ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Meral Daniş Beştaş bang li gel kir ku li bajarê xwe dengê xwe bi kar bînin.

Beştaş got, "Di 31'ê Adarê de meseleya hilbijêrên bi tevger gelekî girîng e. Hilbijêrên li Stenbolê ne lê mafê wan ê dengdanê li bajarekî din e, bila ji kerema xwe biçin bajar û herêmên xwe û dengê xwe bi kar bînin. Ji ber ku desthilatdariya AKP'ê bi rêbazeke derveyî hiqûqê, derveyî exlaqê mijara hilbijêrên qaçax xistiye dewrê û dixwaze bi vî rengî şaredariyên ku dest daniye ser bi dest bixe. Ev hilbijêrên qaçax jî hemû ji hêzên ewlekariyê pêk tên. Hêzên ewlekariyê li Sêrt, Mêrdîn, Îdir, Beldîs, Qers û gelek bajarên din tevî ku li wir namînin wê li wan deveran deng bi kar bînin. Ji ber vê yekê li hemberî wan dengan, divê em dengê xwe bi kar bînin û rê nedin rewakirina vî şêweyî ya qeyûman."

SERÎ LI NAVENDÊN BAJAR Û NAVÇEYAN BIDIN

Namzetê DEM Partiyê yê ji bo Hevşaredariya Kadikoyê Veysî Eskî jî bang li hilbijêrên ku dengê xwe ne li vê derê ne kir ku serî li navendên bajar û navçeyan bidin.

Eskî got, "Bang li hemû hilbijêrên me dikim ên ku roja Yekşemê deng bi kar bînin. Hilbijêrên me yên ku dengê xwe li vê derê nîne divê biçin bajarê xwe û dengê xwe teqez bi kar bînin. Berê ji bo desteserkirina îradeya me qeyûm tayîn kirin, niha jî bi hilbijêrên qaçax dixwazin îradeya me desteser bikin. Eger mirovên me yên li metropolan biçin bajarên xwe wê vê lîstikê têk bibin û xwedî li îradeya xwe derkevin. Wê vê lîstika AKP-MHP'ê têk bibin. Li hemû navendên me yên bajar û navçeyan hevalên me karê ji bo hilbijêrên bi tevger dimeşînin. Hilbijêrên ku serî li navendên me yên bajar û navçeyan wan wê biçin bajarên xwe û dengê xwe bi kar bînin."