BI DÎMEN

Gelê Colemêrgê bi biryar e ku qeyûman bişîne

Gelê Colemêrgê destnîşan kirin ku ew ê di hilbijartinên xwecihî de qeyûman bişînin û şaredariyên xwe dubare bi dest bixin. Her wiha gelê Colemêrgê piştrast kir ku DEM Partî wê li Colemêrgê nêzîkê ji sedî 80 deng bistîne.

HILBIJARTINÊN XWECIHÎ

Gelê Colemêrgê, tevî kiryarên qirêj ên desthilatdariya AKP û MHP'ê yên weke bikaranîna hemû çavkaniyên dewletê, dengdêrên xeyalî û anîna dengdêrên ji derve jî bi biryar e ku di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de bi rêjeyeke zêde ya dengan li Colemêrgê şaredariyan dubare bi dest bixe.

Welatiyên Colemêrgê ji ANF'ê re axivîn û diyar kirin ku DEM Partî wê li bajêr ji sedî 80 deng bistîne. Welatiyê bi navê Hîvzûllah Kansû diyar kir ku li Kurdistanê tekane bajarê ku hemû parlamenterên xwe şandine meclisê Colemêrg e û got ku gelê Colemêrgê hemû gavan di siyaset û têkoşînê de herî li pêş e û li ber xwe dide. Kansû teqez kir ku DEM Partî wê di hilbijartinên xwecihî de bi rehetî ji sedî 75 deng bistîne û got ku gelê Colemêrgê wê li wir derseke baş bide hikûmetê.

GELÊ ME HEMÛ NEHEQÎ Û KIRYARÊN QIRÊJ YÊN HIKÛMETÊ DIBÎNE

Kansû axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: ’’Siyasetmedarên Kurd bi salan e di girtîgehan de rehîn tên girtin. Gelê me van kiryar û neheqiyên hikûmetên yên qirêj dizane û ji bîr nake. Gelê Colemêrgê di hilbijartinê de kiryarên wan bîne bîra wan. Gelê Colemêrgê tu carî îradeya xwe bi pereyan nefirotiye û ji niha şûnde nafiroşe jî. Gelê Kurd di 31'ê Adarê de wê ji bo aşitî û xwişk-biratiyê dengê xwe bide DEM Partîyê.’’

DEM PARTÎ, PARTÎYA EDALETÊ YE

Welatiyê bi navê Hecî Pîrmûs Kûrt got ku li gel serkeftina DEM Partîyê wê kesên di zindanan de tên rehîngirtin azad bibin û wê aramî were welat. Hecî Pîrmûs Kûrt diyar kir ku partiyên din hewl didin bi pereyan dengan bi dest bixin û got: ‘’DEM Partî, partiya merhamet û edaletê ye. Ev çi bikin jî wê DEM Partî bi ser bikeve. AKP û Erdogan ji bo dengan pereyan belav dikin. Hin kesên ku xwe difroşin hene, lê belê em ê ji bo xwe, ji bo zimanê xwe û ji bo edaletê dengê xwe bidin partiya xwe.’’

EM Ê ŞAREDARIYÊN XWE DUBARE BI DEST BIXIN

Welatiyekî din ê Colêmergê yê bi navê Husnu Raûfoglûyî jî bi bîr xist ku di hilbijartinên giştî de gelê Colemêrgê her 3 namzetên xwe jî şand meclîsê û got: ‘’Em ê bi piştevaniya gelê xwe partiya xwe zêdetir bi pêş bixin. Şaredarî qada xizmetguzariyê ye lê belê em tenê weke qada xizmetguzariyê lê nanêrin. Piştî desteserkirina şaredariyên me û tayînkirina qeyûman gelê me wê di 31'ê Adarê de derseke baş bide wan. Em ê qeyûman bişînin û şaredariyên xwe dubare bi dest bixin. Bi piştevaniya gelê Colemêrgê wê DEM Partî ji sedî 80 deng bistîne.’’