BI DÎMEN

Xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê didomîn

Ji bo hilbijartinê çendek roj mane, divê çarçoveyê de DEM Partiyê lez da xebatên xwe û li hemû deriyan dixe.

Ji bo hilbijartinên rêveberiyên xwecihî yên 31’ê Adarê demekî kin ma û DEM Partî li her bajar, navçe û bajarokan derî bi derî digere.

MÛŞ

DEM Partî li Mûşê mal bi mal digere, li her deriyêkî dixe. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Cahît Kirkazak, Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz li bajarokê Dûgnûkê bi namzetên hevşaredariyê Aşan Ateş û Agît Çetîn tevlî xebatên hilbijartinê bûn.

Şandeya DEM Partiyê li pêşiya buroya hilbijartinê bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” û çepikan hate pêşwazîkirin. Hevdîtin bi rêzgirtinê dest pê kir. Hevserokê DEM Partiyê yê navçeya Milazgirê Kemal Ozel bal kişand ser têkoşîna bi salan e dom dike. Ozel, da zanîn ku gelê Kurd gelekî têkoşer e û anî ziman ku dê gelê Kurd di 31’ê Adarê de hêza xwe nîşanî desthilat û muxalefetê bide.

Piştre namzeta hevşaredariyê Aşan Ateş axivî û got ku dê li dijî kesên şaredarî talan kirine di serî de li Dûgnûkê, li gelek navendên Kurdistanê bibin bersiv.

Namzetê hevşaredariyê Agît Çetîn jî anî ziman ku ew ê di meha adarê ya têkoşîn û berxwedanê de bi ser kevin û wiha axivî: “Em ê rê nedin partiyên rant, talan û diziyê. Tevgera kurd a bi salan e di her qadekê de têdikoşe dê bersivê bide her kesî.”

Parlamentera Mûşê Sumeyye Boz jî diyar kir ku ji 8’ê Adarê heya 21’ê Adarê xeteke têkoşîn û berxwedanê heye û got ku ew ê vê têkoşîn û berxwedanê heta 31’ê Adarê bidomînin û dê 1’ê Nîsanê jî serkeftinê pîroz bikin.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cahît Kirkazak jî da zanîn ku ew li her deverê bi coşeke mezin tên pêşwazîkirin û ev tişt got: “Bi salan e gelê Kurd ji bo ziman, nasname û hebûna xwe têdikoşe. Daxwazên me ev in lê desthilat tim bi şer, çek û mirinê bersivê dide me. Roj hat zimanê me, roj hat xwezaya me, roj hat xwişk û birayên me qetil kirin. Me serî netewand. Em ji kevneşopiyeke ku serî natewîne tên. Em êdî derew û lîstikên desthilatê dizanin. Ev hibijartin wekî azadiya gelê kurd û Kurdistanê xuya dike û em bi vê hesasiyetê nêz dibin.”

Şande pîştî hevdîtina gel çû serdana esnafên Milazgirê, li pirsgirêk û pêşniyarên esnafan guhdarîkirin û çareseriyên xwe vegotin.

ŞIRNEX/GUNDIKÊMELÊ

Li bajarokê Gundikêmelê yê girêdayî Şirnexê bi tevlîbûna Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslan û namzetên hevşaredariya bajarokê şahiya gel hat lidarxistin.

Ûysalê diyar kir ku her rayek aşkerekirina pêşerojê ye û wiha axivî: "Hevalên me yên girtîgehê di greva birçîbûnê de ne. Daxwaza wan ew e ku agahiyekê ji Birêz Abdullah Ocalan bistinîn. Îro li Başûrê Kurdistanê jî dixwazin ku operasyonekê li dar bixin. Ji ber wê yek raya ku hûn bidin wateya wê pir girîng e. Her raya ku em bidin dê bersiva herî xurt be. Em dibêjin em li vir in, em aştî û azadiyê dixwazin. Lêbelê vê daxwazê jî bi awayekî exleqî dixwazin. Ji ber wê divê ku em bizanin ku her raya ku em didin ji bo Hewlêr, Kobanê, Şirnex û Amade ye. Ji bo tifaqa me ye. Ji ber wê em ê wê rojê xwedî li dengên xwe derkevin. Banga me ji hilbijêrin ji derve re jî heye werin xwe bigînin hevalên me, wê rojê raya xwe biavêjin.”

Piştî axiftinan govend gerandin û piştre jî dikandarên bajarokê hatin ziyaretkirin.

XIZAN

Rêxistina DEM Partî ya Xîzan a Bedlîsê di çarçoveya xebatên xwe de esnafên navendê û Tatîkê ziyrat kirin. Namzetên Xîzanê Hediye Çetîn Koçman û Kerem Ugur jî tevlî serdanê bûn.

Di serdana esnafan de welatiyan eleqeyek mezin nîşanê DEM Partiyê dan û govend gerandin. Piştre şande çû serdana karkerên tekstîlê.

TETWAN

Rêxistina DEM Partî ya Tetwanê, esnafên Herêma Sanayiyê ziyaret kirin. Namzeta Tetwanê Bekîza Beştaş Epozdemîr û parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Mehmet Kamaç tevlÎ bû. Esnafan eleqeyek mezin nîşanê partiyiyan dan û bi coşek mezin pêşwazî kirin.

AMED

DEM Partî di çarçoveya xebatên xwe yên hilbijartinê de bi Navenda Şêwirmendiya Civakî re hatin cem hev. Namzeta hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Sultan Yaray û Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn beşdarî civîna ku li avahiya Rêxistina bajarê Amedê hate lidarxistin bûn.

DERSIM

Bi beşdariya namzetê hevşaredariyê yê Bajarê Mezin a Stenbolê Mûrat Çepnî û parlamentera Dersimê Ayten Kordu û bi sedan endamên partiyê beşdarî xebatên hilbijartinê yên li Alîbaba û Yenîmahalle  bûn. Li taxan dirûşmên "Bi yekitiyê em ê bi ser bikevin", "Jin, Jiyan, Azadî" û "Dersim yê mao, wayir vêcîme" meş hat lidarxistin. Piştî meşê, li gel namzetên hevşaredariyê Bîrsen Orhan û Cevdet Konak re civîna gel hat lidarxistin. Gel eleqeyeke mezin nîşanî namzetan da. Di dema gera nava taxan de welatiyên di malê de bûn derketin ser şaneşînê û tevî welatiyên li kolanê bi çepik lê dan û nîşana serketinê kirin.

Tifaqa Dersimê û DEM Partiyê di dema xebatên xwe yên taxê de her tim rastî bi panzerên leşkerî yên taybet hatin tacîz kirin. Li aliyê din namzetên hevşaredariyê diyar kirin ku dê di hilbijartinan de vîna gel bi ser bikeve. Namzeta Dersimê Birsen Orhan bi gotina, “Gelo em di rewşa awarte de ne yan di hilbijartinê de ne” bertek nîşanî leşkeran da.

Ayten Kordu li hemberî leşker û polîsên ji bo dengdayînê anîne bajêr banga "werin ser sindoqan" kir û got: "Gelê wêrek ên Dersimê, di hilbijartinên xwcihî yên 31'ê Adarê de em li bendê ne ku hûn hemû bên ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin. Em dizanin ku gelê me yê leheng wê di bin her şert û mercî de piştgiriyê bide tifaqa Dersimê.”

EDENE

Li Edeneyê DEM Partî kuçe bi kuçe, derî bi derî digere û ji hilbijêran piştgirî dixwaze. Namzetên hevşaredariyê yên Bajarê Mezin ê partiyê Mahfuz Guleryuz û Arîfe Çinar ku 4 roj hilbijartinan re mane banga çûna ser sindoqan li gel kirin.

MÊRDÎN

Namzetên Hevşaredariyê yên Bajarê Mezin ê Mêrdînê yên DEM Partiyê Ahmet Turk û Devrîm Demîr çûn serdana navçeya Rişmilê. Endamên DEM Partiyê serdana navenda navçeya Rişmilê û li taxên navçeyê yên Şurê, Tuxûbê, Zeytuna, Alucataxên Kuruma bi gel re hevdîtin kirin.

Namzetê Hevşaredariyê yên Bajarê Mezin ê Mêrdînê yê DEM Partiyê Ahmet Turk, li vir axivî û got: " Divê em dengê xwe biparêzin. Divê dengê me bi awayekî bi hêz ji sindoqan derkeve. Ev hilbijartineke ku pêşeroja me eleqedar dike. Ji ber vê yekê em ê hem xizmetên xwe bikin hem jî xwedî li ziman, nasname û pêşeroja xwe derkevin.”

Namzeta din a Hevşaredariyê Devrîm Demîr jî wiha got: “Em hem dikarin bajarên xwe hem jî xwe bi rê ve bibin. Em dikarin pêşeroja xwe azad bikin. Em ê di hilbijartinên 31’ê Adarê de li Kurdistanê bi dengekî bilind ji sindoqan derkevin. Ji bo vê pergala ku me nas nake dê bersiva herî baş ev be. Dem dema me ye. Dem dema partiya me ye.”

Li dû axaftinan, mal bi mal, derî bi derî serdanên taxan dewam kirin.