Qeyûm şaredariya Xelfetiyê di bin deynan de hişt û radest kir

Hevşaredara Xelfetiyê Saniye Bayram anî ziman ku li şaredariya dewr wergirtin hejmara xebatkaran gelekî zêde ye û qeyûm 400 milyon TL deyn hişt.

LI XELFETIYÊ DIZIYA QEYÛM

Piştî hilbijartinên xwecihî, piştî ku DEM Partiyê li Rihayê dengê xwe zêde kir û şaredariyên 7 navçeyan bi dest xist, li ser îtirazên AKP'ê biryar hate dayin ku li navçeyên Curnê Reş û Xelfetiyê hilbijartin bê nûkirin. Ev biryar li Xelfetiyê hate betalkirin û hate qebûlkirin ku li navçeyê DEM Partî bi ser ketiye.

Piştî ku biryara nûkirina hilbijartinê hate betalkirin qeyûmê li Xelfetiyê nîvê şevê ewraq û hin eşya ji şaredariyê dizî ku dîmen hate kişandin. Dîmen ji aliyê Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan ve hate weşandin. Di dîmen de hate dîtin ku qemyonek li ber deriyê Şaredariya Xelfetiyê hate bicihkirin û gelek belge lê hate barkirin. Hevşadarên ji DEM Partiyê û rayedarên wan piştî rojekê hatin Şaredariya Xelfetiyê û tespît kirin ku sîstema kamera jî hatiye dizîn.

Ji Hevşaredarên DEM Partiyê yên ku mazbatayên xwe wergirtin û dest bi wezîfeyê kirin Saniye Bayram ji ANF'ê re qala vê pêvajoyê kir.

'QEYÛM ROJA HILBIJARTINÊ LI GUNDAN GERIYA Û PÛSÛLAYA MOHRKIRÎ BELAV KIR'

Saniye Bayram anî ziman ku sedema betalkirina biryara nûkirina hilbijartinê rêjeya bilind a dengên wan bû û anî ziman ku roja hilbijartinê qeyûm li gundan geriya û pûsûlayên mohrkirî belav kir. Saniye Bayram got, "Li gelek deveran bi rengekî komî deng hatibû bikaranîn. Pûsûlayên di destê wan de mayî jî şewitandin û îdîa kirin ku me pûsûla şewitandine. Tevî vê yekê jî di hilbijartinê de em li pêş bûn. Ji ber ku di dengdanê de nikarîbûn me têk bibin, dest bi lîstikan kirin. Li desteya hilbijartinê ya navçeyê îtiraz kirin. Ji ber ku delîlekî şênber nebû, desteya hilbijartinê ya navçeyê îtiraz red kir. Vê carê li desteya hilbijartinê ya bajêr îtiraz kirin. Mixabin li vê derê jî biryar hate dayin ku hilbijartin bê nûkirin. Vê carê me serî li Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) dan. YSK'ê biryara nûkirina hilbijartinê betal kir û mazbata da me. Di dawiya vê pêvajoyê de edalet bi cih hat."

Saniye Bayram destnîşan kir ku xwedîderketina gel a li DEM Partiyê bandor li YSK'ê kir ku biryara nûkirina hilbijartinê betal bike û got, "Gelê me di asteke bêhempa de xwedî li vê hilbijartinê derket. Piştî ku dengdan bi dawî bû, kesî qada dengdanê neterikand. Heta kêliya dawî jî bi rengekî girseyî tevgeriya û deng bêxwedî nehişt. Di vê demê de heta ku me mazbataya xwe wergirtin em tevî gelê xwe tevgeriyan."

'BI 400 MILYON LÎREYÎ DEYNÊ ŞAREDARIYÊ HEYE, SÎSTEMA KAMERA JÎ JÊ KIRIN Û BIRIN'

Saniye Bayram diyar kir ku li gorî lêkolînên destpêkê yên li Şaredariya Xelfetiyê kirin, tespît kirin ku 400 milyon lîre deynê şaredariyê heye, wê lêkolîna berfireh piştre bikin û vî deynî jî ji gel re eşkere bikin. Saniye Bayram got, "Di lêkolîna destpêkê de me tespît kir ku nêzî 200 personel li şaredariyê hene, ku li gorî kar hejmareke zêde ya xebatkaran heye. Piraniya lêçûnên mehane yên şaredariya me lêçûnên personelan e. Em ê gavên pêwîst biavêjin. Her wiha kêliya ku em destpêkê çûn me dît ku hem li avahiya şaredariyê hem jî li xeraja wesayitan cîhazên qeydkirina kamera hatine jêkirin û birin. Têkildarî vê yekê me gilî kir. Em ê bi gelê xwe re parve bikin. Rewşa giştî ya şaredariya me piştî lêkolîneke berfireh em ê bi gelê xwe re parve bikin."

Saniye Bayram destnîşan kir ku xizmetên wan wê li gorî berjerwendiyên gel bin û got, "Em ê bi feraseteke şaredariya demokratîk xizmetê ji gelê xwe re bikin."