Li Curnê Reş gel bi hilbijartinê re eleqeder e

Ji bo hilbijartina ku li navçeya Curnê Reş tê dubarekirin, kar û barên dengdanê bi eleqeyeke zêde didome.

HILBIJARTINÊN XWECIHÎ

Dengdayîna li navendên Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) biryara dubarekirina hilbijartinê dabû didome. Li navçeyên Curnê Reş a Rihayê, Pinarbaşi ya Kayseriyê û Guzelyurt a Aksarayê û li bajarokên Guneykaya ya Yildizelî ya Sêwasê, Buyukkariştiran a Luleburgaz a Kirklareliyê, Perî ya Mazgêrt a Dêrsimê û Saglik a Aksarayê hilbijêr çûn ser sindoqan.

Li navçeya Curnê Reş a Rihayê eleqeyeke zêde ji bo dengdayînê heye. Li navçeyê 54 jê navend, 70 jê gund û yek jî gerok bi giştî 125 sindoq hatin danîn. Li Navenda Ciwanan ku di hilbijartinên 31’ê Adarê de AKP’iyan sindoq lê şewitandibûn sindoq nehatin danîn. Hilbijêrên di hilbijartina berê de li vir dengê xwe dabûn, li Dibistana Seretayî ya Mûstafa Kemal ali gundê Karacurunê dengê xwe didin. Di heman demê de li Dibistana Navîn a Fatîh Sûltan Mehmet û Dibistana Amadehî ya Şaîr Nabî ku Ezmûnên Ketina Dibistanên Amadehî (LGS) tê lidarxistin jî sindoq nehatin danîn.

15 parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek rêxistinên civaka sivîl û hiqûqnas ji bo şopandina hilbijartinê hatine navçeyê. Heta niha jî li navçeyê tu rewşên neyînî derneketine holê. Eleqeyeke zêde ji bo hilbijartinê heye. Li gelek dibistanan hilbijêr ji bo dengdayînê ketine dorê.

Namzetê Hevşaredariya Curnê Reş Serhan Paydaş da zanîn ku li ser hemû sindoqan peywirdarên wan hene û wiha got: “Em li qadê ne. Kontrola hemû sindoqan di destê me de ye. Me tevdîrên ewlehiyê girtin. Heta niha jî tu rewşên neyînî nînin. Hilbijartineke dîrokî ye. Divê her kes biçe ser sindoqê û dengê xwe bide. Dema dengê xwe dan jî heta sindoq tên girtin jî bila xwedî li îradeya xwe derkevin. Dema sindoq hatin girtin jî bila her kes li dora dibistanan xwedî li sindoqan derkevin.”

Hevberdevkê Komîsyona Rêveberiyên Herêmî ya Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê Bekir Benek jî got ku dê dengdayîn heta saet 17.00’an bidome û ev bang kir: “Xelkê Curnê Reş xelkekî birûmet e. Em dixwazin kesên hêj dengê xwe nedane biçin dengê xwe bidin.”

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan jî da zanîn ku heta niha tu rewşên neyînî rûnedane û ev tişt anîn ziman: “Tevlîbûneke xurt heye. Divê ev tevlîbûn bidome. Divê vê zîhniyeta zordest em bi hev re biguherînin. Divê her kes li dijî zilm û neheqiyê xwedî li îradeya xwe derkeve.”

Ji hilbijêran karkerê demsalî Bekir Acemoglû ji bo dengê xwe bide ji Osmaniyeyê hat û got ku gelek kedkarên mîna wî ji bo dengê xwe bidin hatine. Acemoglû, wiha got: “Em ji bo piştevaniya bi DEM Partiyê re hatin. DEM Partî partiya me ye. Çend caran betal jî bikin em ê dîsa bên. Em ê bi ser kevin. Divê her kes biçe ser sindoqan û dengê xwe bide.”