Serokê YSK'ê: Hilbijartinên li 4 deveran wê 2'ê Hezîranê dubare bibin

Serokê YSK'ê Ahmet Yener diyar kir ku pêvajoya îtirazê ya awarte wê 14'ê Nîsanê bi dawî bibe û ragihand, ku li 4 deveran wê hilbijartin di 2'ê Hezîranê de dubare bibe.

DAXUYANIYA SEROKÊ YSK'Ê

Serokê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) Ahmet Yener anî ziman ku pêvajoya îtirazê ya li biryarên desteyên hilbijartinê yên bajar û navçeyan doh bi dawî bû û bi bîr xist, pêvajoya îtirazê ya awarte wê 14'ê Nîsanê bi dawî bibe.

Têkildarî encamên îtirazên partiyan Yener got, "Îtirazên AK Partî li 2 deveran hatin qebûlkirin. Îtirazên CHP'ê li deverekê hate qebûlkirin. Îtirazên MHP'ê li deverekê, îtirazên DEM Partiyê jî li 2 deveran ji aliyê desteya me ve hatin qebûlkirin. Pêvajo dewam dike. Îro saet di 14:00 de desteya me wê bicive."

Yener ragihand ku li navçeya Pinarbaşi ya Kayseriyê, li navçeya Curnê Reş a Rihayê, li bajarokekî Edîrneyê û li herêmeke hilbijartinê ya li Sêwasê wê di 2'ê Hezîranê de hilbijartin bê nûkirin.