Li Curnê Reş xebatên hilbijartinê dewam dikin

DEM Partiyê di çarçoveya xebatên hilbijartinên xwecihî de ku 2’yê Hezîranê wê li navçeya Curnê Reş a Rihayê dubare bên kirin, îro bi pêşengiya jinan bername lidar xist.

Xebatên hilbijartinê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên ji bo hilbijartina dê li navçeya Curnê Reş a Rihayê were dubarekirin didomin.

Pêşengtiya xebatên îro jî jinan kirin. Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû, Parlamenterên DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan, Oznûr Bartin, Hevşaredara Xelfetiyê Saniye Bayram, parlamentera berê Ayşe Surucu, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Partiyê (PM) û gelek jinên din tevlî xebatan bûn. Şandeya jinan ji ewil çû serdana jinên di nava zeviyên nêzî navendê dixebitin.

Namzetê Hevşaredariya Curnê Reş Garîp Yeşîl di serdanê de li pirsgirêkên jinan guhdarî kir û wiha got: “Em ê ji bo jinan qadên îstîhdamê ava bikin. Em ê civakê bînin ba hev û Curnê Reş veguherînin navenda aramiyê. Em ê biryarên xwe bi hev re bidin û bi hev re birêve bibin. Em bi xwe û gelê xwe bibawerin. Em carekê bi ser ketin û dê careke din bi ser kevin.” Jinên kedkar jî diyar kirin ku DEM Partî mafên jinan diparêze û soza piştgiriyê dan.

Şande piştre jî li gundê Xûşxûşika Jor bi jinan re hate gel hev. Gelek jin tevlî hevdîtinê bûn. Turkoglû di hevdîtinê de bal kişand ser girîngiya hilbijartinê û têkildarî pergala hevserokatiyê agahî da. Turkoglû, anî ziman ku bi rêveberiya DEM Partiyê re dê jin biçin şaredariyê û wiha domand: “Heke em birêve bibin em ê pêdiviyên xwe bixin meriyetê. Em ji bo ku Şaredariya Curnê Reş bikin şaredariya gel tên. Haya me ji pirsgirêkan heye lê em bi çareseriyan jî dizanin. Daxwaz û pêşniyarên we ji bo me girîng in.”

Hevşaredar Garîp Yeşîl jî bal kişand ser girîngiya hilbijartinê û projeyên dema DEM Partî hate hilbijartin vegot. Yeşîl, da zanîn ku dê şaredariyê tevî jinan birêve bibin.

Piştre jî jinên tevlî hevdîtinê bûbûn daxwaz û pêşniyarên xwe kirin. Jinan, anîn ziman ku ew li dijî gotina “Erdnîgarî qeder e” ne û navçeya wan ev 45 sal in bi zanebûn “paşve” hatiye hiştin. Hevdîtin bi gotina stranên kurdî, gerandina govendê, berzkirina dirûşma “Jin, jiyan, azadî” û avêtina tililiyan bi dawî bû.

Şandeya jinan piştre jî li gundê Xûşxûşika Jêr bi jinan re civiya. Hevseroka DEM Partiyê ya Bajar Sema Aîşeoglû di hevdîtinê de mînakên şaredariyên ji kevneşopiya DEM Partiyê da û got ku dê jin bi heman awayî tevlî rêveberiya şaredariyê bibin.

Şandeya ku Parlamentera DEM Partiyê Oznûr Bartin û Hevşaredara Xelfetiyê Saniye Bayram di nav de jî li gundên Mîlîser û Garozê bi jinan re hatin gel hev û li daxwazên wan guhdarî kirin.