Hevşaredarên Pasûr û  Weysel Karanî mazbatayên xwe wergirtin

Hevşaredarên DEM Partiyê yên ku tevî sextekariya desthilatdariya AKP-MHP'ê bi 4 hezar dengan zêdetir şaredariya Pasûrê bi dest xistin, mazbataya xwe wergirtin. Hevşaredarên Weysel Karanî yê Sêrtê jî mazbatayên xwe wergirtin.

Di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê yên navçeya Pasûr a Amedê de, tevî ku 2 hezar leşker û polîs weke hilbijêrên ji derve anîbûn dengê xwe bi kar anîbûn, dîsa jî DEM Partiyê ji AKP'ê 4 hezar û 218 deng zêdetie girt û şaredarî qezenc kir.

Hevşaredarên Pasûrê Mûrat Îpek û Fatma Ay û endamên meclîsê îro ji Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê mazbatayên xwe wergirtin û bi awayekî fermî dest bi karê xwe kirin.

Hevşaredar li ber avahiya şaredariyê bi gel re hatin cem hev. Şêniyên navçeyê ku pankarta “Qeyûmê xeyalî li vir veşartî ye" hilgirtin, bi sirûda “Herne pêş” serkeftina hilbijartinê bi coş pîroz kirin.

Piştre hevşaredar û gel ber bi şaredariya ku ji destê qeyûm hat stendin ve meşiyan.

Li bajaroka Veysel Karanî ya navçeya Xana Hawêl a Sêrtê, hevşaredarên  DEM Partiyê Enes Cengîz û Berfîn Evren mazbatayên xwe yên hilbijartinê ji Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê wergirtin. Welatiyên ku di nav wan de parlamentera Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, hevserokên bajêr Eşref Tekîn, Rewşan Aslan û rêveberên navçeyê hebûn bi hev re derbasî şaredariyê bûn.