Pêvajoya îtîrazê ya awarte wê heta 14’ê Nîsanê bidome

Dema îtîrazên asayî yên ji bo YSK'ê yên der barê hilbijartinên xwecihî bi dawî bû û pêvajoya îtîrazê ya awarte wê heta 14'ê Nîsanê dewam bike.

HILBIJARTINÊN XWECIHÎ

Dema îtîrazên asayî yên li ser biryarên lijneyên hilbijartinê yên bajaran ji bo Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) bi dawî bû. Li gorî encamên ne diyar ên hilbijartinên herêmî; CHP 35, AKP 24, DEM Partî 10, MHP 8, Yenîden Refah 2, Partiya buyuk Bîrlîk (BBP) 1, İYİ Partî 1 bajar bi dest xistin.

Piştî hejmartina dengan bi dawî bû, lijneyên hilbijartinê yên navçe û bajaran û YSK'ê pêvajoya îtîrazê dest pê kir. Îtîrazên der barê encaman de heta 2’yê Nîsanê saet 15.00’an ji lijneyên hilbijartinê yên navçeyan, heta 5’ê Nîsanê saet 17.00’an ji lijneyên hilbijartinê yên bajaran û heta 10’ê Nîsanê saet 17.00’an ji YSK’ê re hatin şandin. Li dijî lijneya hilbijartinê ya bajaran û girtekên yekbûna bajaran tenê îtîraz li YSK'ê hatin kirin.

Ji bo hilbijartinên bajar, navçe û bajarokan heta niha 81 îtîraz ji hêla YKS’ê ve bi encam bûn. Ji 18  îtîrazên AKP'ê 17 jê hatin redkirin û 1 jî hat qebûlkirin.

Her 24 îtîrazên CHP’ê hatin redkirin. Her 9 îtîrazên MHP’ê hatin redkirin. Ji 12 îtîrazên ku DEM Partiyê pêşkêşî YSK’ê kiribûn 2 jê hatin qebûlkirin ku yek ji wan ji bo hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bû.

9 îtîrazên Partiya Refahê, 4 Partiya Buyuk Bîrlîk, 1 îtîraza İYİ Partiyê, 1 jî îtîrazên Partiya Vatanê hatin redkirin. Her wiha îtîrazên ji bo 3 bajarokan jî hatin redkirin.

Pêvajoya îtîrazê ya awarte ku di 7'ê Nîsanê de dest pê kiribû, wê heta 14'ê Nîsanê roja Yekşemê bidome. Tê payîn ku piştî YSK'ê îtîrazan ​​binirxîne dê encamên dawî yên hilbijartinê bên eşkerekirin.