Qeyûmê Kerboranê 72 milyon TL deyn hişt

DEM Partî daxuyand ku beriya hilbijartinê 82 cihên şaredariyê ji aliyê qeyûm ve hatine firotin û deynê wan 72 milyon û 65 hezar TL ye.

QEYÛMÊ KERBORANÊ

Şaredariya Kerboranê ya ku di hilbijartinên xwecihî de derbasî DEM Partiyê bû, deynên qeyûmê yên salên 2016-2024'an li avahiya şaredariyê hat daliqandin.

Li ser pankarta ku şaredariyê amade kiriye tê dîtin ku deynê şaredariyê 72 milyon û 65 hezar TL ye.

Li ser pankarta ku ji deynên demkurt bigire heta deynên bankayan, ji deynên şîrketan heta deynên bacê, ji deynên nedane esnafan heta deynên SGK’ê û deynên demdirêj hemû deynên şaredariyê  li ser pankartê hatin nivîsandin. Di pankartê de hat diyarkirin ku beriya hilbijartinan di navbera 1’ê Mijdarê û 31’ê Adarê de 82 cihên şaredariyê hatine firotin.