NÛ BÛ

DEM Partî li Curnê Reş bi ser ket

Li gorî encamên nefermî DEM Partî li navçeya Curnê Reş bi 10 hezar û 730 dengan bi ser ket.

HILBIJARTINÊN XWECIHÎ Ya dubarekirî

Li gorî encamên nefermî Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeya Curnê Reş a Rihayê di hilbijartina xwecihî ya dubarekirî de bi ser ket. Hevşaredarên DEM Partiyê yên Curnê Reş Serhan Paydaş û Garîp Yeşîl bi 10 hezar û 730 deng wergirtin. Namzetê AKP’ê jî 7 hezar û 420 deng girt. DEM Partî ji ber xatirê şîna her du karkerên jiyana xwe ji dest dabûn, pîrozbahiyê li dar nexist. Bi beşdariya hezaran kes ku li ber avahiya DEM Partiyê kom bûbûn, daxuyanî hat dayîn. Parlamenterên DEM Partiyê û Hevşaredarên Curnê Reş derketin ser otobusê û gel silav kirin.

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan xîtabî gel kir û wiha got: “Gelê me yê qedirbilind carek din got, ‘ez va li vir im’. Em bi hezarên salan e li ser vê axê dijîn û xwedî li av, ax û dîroka xwe derdikevin û em her tim jiyana bi hev re dibijêrin. Gelê Curnê Reş di hilbijartina 31’ê Adarê de bi neheqiyek mezin re rû bi rû ma. Lê gelê me sebr û hedana xwe parast û ket pey edaletê. Em bi bîr û bawer sekinînin. Em ê ji niha şûn ve jî wisa bikin. Em ê li Hîlwanê bi ruhê yekîtiyê bimeşin. Em naxwazin gelê me xemgîn bibe.

Wê şaredariyên DEM Partî ji her kesî re vekirî bin. Em ê îro pîrozbahiyê nekin. Li vir bûyerek qewimî û 2 karker-mirovên me jiyana xwe ji dest dan. Malbatên wan karkeran malbatên me ne. Em ji wan re sersaxiyê dixwazin. Êşa wan êşa me ye. Çav û guhê gelê Kurdistanê û Tirkiyeyê li ser Curnê Reş bû. Digotin gelo ka wê welatê şoreşger, şervanan bi rolek çawa rabe. Heta ku reqamên fermî neyên ragihandin em dest ji rayên xwe bernadin. Ji ber ku we îro dîrokek îmze kir. Em ê heta dawiyê xwedî li vê derkevin.”

Ji qada ku gel lê civiya bû bênavber dengê dirûşmên wek, “Bijî Kurdistan”, “Curnê Reş dimeşe erd û ezman diheje", “Silav silav hezar silav li Îmraliyê”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” olan dan. Gel hê jî li ber avahiya DEM Partiyê disekine.