Serketina li Curnê Reş diyarî berxwedêrên li Colemêrgê hate kirin

Hevşaredarên Curnê Reş ên DEM Partiyê mazbataya xwe wergirtin û serketina xwe ya di hilbijartinê de, diyarî berxwedêrên li Colemêrgê kirin.

CURNÊ REŞ MAZBATAYA XWE WERGIRT

Namzetên hevşaredariyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Garîp Yeşîl û Serhan Paydaş ên di hilbijartina navçeya Curnê Reş a Rihayê hate nûkirin bi ser ketin, mazbatayên xwe wergirtin. Hevşaredarên Curnê Reş Yeşîl û Paydaş ên li ber avahiya partiya xwe bi hezaran kesan re hatin ba hev, ji vir ber bi Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê ve dest bi meşê kirin. Hevşaredarên piştî ji Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê mazbatayên xwe wergirtin, bi dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê serbikevin” hatin avahiya şaredariyê li vir daxuyanî dan.

Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Bekir Karakeçilî yê li vir ewilî axivî, wiha got: “Serkeftina gelê Hîlwanê serkeftina hemû gelê kurd e. Serkeftina rêveberiya herêmî ya demokratîk a 45 salan e. Em vê serkeftinê ewilî diyarî Nadîr Temel û hevrêyên wî dikin. Em diyarî Mûhsîn Melîk ê di 2’yê hezîrana 1994’an de hate şehîd xistin dikin. Em vê serkeftinê diyarî gelê Colemêrgê yê hewl tê dayîn vîna wî were xespkirin dikin. Em vê xespê qebûl nakin.”

Hevşaredarê Curnê Reş Serhan Paydaş ê bi bîr xist ku li navçeyê hilbijartin hate nûkirin, wiha got: “Me ji vê feraseta faşîst re di 2’yê hezîranê de bersiva pêwîst da. Bi ser vîna gel tu hêz nînin. Li Hîlwanê encamên 2’yê hezîranê li dijî siyaseta qeyûm bersiveke mezin e. Berxwedana ku me di 31’ê Adarê û di 2’yê hezîranê de nîşan da em ê ji bo gelê Colemêrgê jî nîşan bidin. Em ê li Colemêrgê şaredariya ku ya me ye bigirin. Çawa ku di 31’ê Adarê de vîna me hate xespkirin îro jî vîna gelê Colemêrgê hatiye xespkirin. Vîna hemû gelê kurd hatiye xespkirin, têkoşîna me dê bidome. Vîna gel bi ser her tiştî de ye. Kesên bi sindoqê tên dê bi sindoqê biçin.”

Hevşaredar Garîp Yeşîl jî wiha got: “Nêzî 5 meh in em di nava xebatên hilbijartinê de ne. Di 31’ê Adarê de vîna me hate binpêkirin lê me careke din bi vîna xwe bi dest xist. Gelê Hîlwanê xwedî li vîna xwe derket. Îro ji bo me rojeke dîrokî ye. Gelê Hîlwanê îro xwedî li dîroka xwe derketiye. Em vê mazbatayê diyarî gelên li Colemêrgê li ber xwe didin dikin. Em ê heta dawiyê bi wan re di nava piştevaniyê de bin. Heta ku em şaredariya xwe ya Colemêrgê bigin em ê li cem wan bin.”

Piştî axaftinan hevşaredar derbasî avahiya şaredariyê bûn û dest bi wezîfeya xwe kirin.