Çavdêrên navneteweyî: Hilbijêrên veguhestî bandor li encamên hilbijartinê kirin

Çavdêrên ku li Kurdistanê hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê şopandin, ragihandin ku hilbijêrên veguhestî bandor li encamên hilbijartinê kirine û xwestin hilbijartin ji nû ve bêne kirin.

HILBIJARTINÊN XWECIHÎ YÊN 31'Ê ADARÊ

125 çavdêrên serbixwe yên navneteweyî ku li bajarên Kurdistanê hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê şopandin encamên serdana xwe eşkere kirin. Çavdêran binpêkirina di dema hilbijartinê de kirin rapor û ragihandin ku hilbijêrên veguhestî bandor li encamên hilbijartinê kirine.

Çavdêran li Îdir, Agirî, Mûş, Çewlîk, Bedlîs, Wan, Colemêrg, Sêrt, Şirnex, Êlih, Mêrdîn, Amed û Rihayê li nêzî 150 navendên dengdanê hilbijartin şopandin û li hemû deveran şande ji aliyê rayedarên Tirk ve hatin astengkirin.

Di raporê de hate ragihandin ku hilbijartin di bin zexta giran a leşker û polîsan de hate kirin, 46 hezar û 901 leşker û polîs weke hilbijêr hatin qeydkirin, deng dan û hate gotin, "Salên derbasbûyî li dijî îradeya hilbijêran zexta siyasî, girtina şaredaran û tayînkirina qeyûman hatin bikaranîn, lê vê carê xebatkarên dewletê yên mîna polîs û leşker ji bo deng bi kar bînin ji herêmên Kurdan re hatin şandin. Ev kes li gorî hin rewşan ji bo 6 mehan li herêmê hatin qeydkirin."

Di raporê de hate ragihandin ku veguhestina hilbijêran li deverên ku di navbera DEM Partî û AKP'ê de rêjeya dengan kêm bû hate kirin û hate gotin, "Bandora veguhestina hilbijêran li gorî herêman cuda bû, li hin herêman gihîşt asta ji sedî 50 ê dengan. Weke çavdêrên hilbijartinê yên navneteweyî gelek caran hewldana me ya ji bo peydakirina lîsteyên hilbijêran hate astengkirin, lewma me nekarî temamiya vê darbeyê bi belge bikin."

Di raporê de hate ragihandin ku li Şirnex, Qers, Qilaban, Çelê, Kercews, Egîl, Şemzînan, Hezro, Dihê û Stewrê bi giştî 46 hezar û 901 hilbijêr hatin veguhestin.

Hate ragihandin ku li Pasûr, Îdir, Colemêrg û Mêrdînê jî gelek hilbijêrên veguhestî hatin tespîtkirin.

Di raporê de weke encamê jî hate destnîşankirin ku veguhestina hilbijêran berfireh û organîzeyî bû û hate ragihandin ku divê hilbijartin bê nûkirin.