Xelkê Curnê Reş wê sibê biçin ser sindoqan: Dengê me ji bo Dem Partî ye

DEM Partî li Curnê Reşê ku wê sibê hilbijartina xwecihî bê nûkirin bang li her kesî kir ku xwedî li îradeya xwe derbikevin.

DEM Partî li navçeya Curnê Reş (Hîlwan) Rihayê ji bo hilbijartina wê sibê were dubarekirin ango nûkirin xebatên xwe berdewam dike. Cîgirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tiryakî ku ji Rêveberiyên Xwecihî Berpirsiyar e, parlamenterên DEM’ê Omer Ocalan, Newroz Uysal Aslan, Burcugul Çubuk, Dilan Kunt Ayan, Zekî Îrmez û Mîthat Sancar û rêveberên DEM Partiyê yên bajêr û navçeyê îro jî xebat bi rê ve birin. Li aliyekî wezîfedar ji bo xwedîderketina sindoqan tên agahdarkirin û li aliyekî jî li navçeyê serdan tên kirin û li welatî û dikandaran belavok tên belavkirin. 

‘EM Ê SIBÊ CAREK DIN BI SER BIKEVIN’

Namzeta Hevşaredariya Hîlwanê Garîp Yeşîl, parlamenter Newroz Uysal Aslan û Burcugul Çubuk û şandeya bi wan re çûn nav zeviyên pembo yên li gundê Geweran û serdana jinên karker kirin. Şandeyê li gilî û gazinên jinên kedkar guhdar kir. Şandeyê jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan û karkeran behsa projeyên DEM Partiyê kir. Garîp Yeşîl anî ziman ku ew di 31’ê Adarê de bi neheqiyek mezin rû bi rû mane û got: “Em ê sibê carek din bi ser bikevin. Em ê xwedî li îradeya gelê xwe derkevin. Ji we hemûyan rica me ew e ku beriya hûn werin nav zeviyan, biçin ser sindoqan û rayên xwe bidin.” 

 ‘XWEDÎ LI VÎNA XWE DERKEVIN’

Parlamenter Newroz Uysal Aslan jî destnîşan kir ku keda jinan li her cihî tê xwarin û neheqî li keda jinan tê kirin û got ew ê wek tevgera jinan xwedî li keda jinan derkevin û ew ji bo jiyanek birûmet têdikoşin. 

Jinên karker jî diyar kirin ku ew ê biçin ser sindoqan û rayên xwe bidin DEM Partiyê. 

Şandeya DEM Partiyê bi girseyek qelebalix li Cadeya îzollu Bozan Bey serdana dikandaran kir. Parlamenter û namzetên hevşaredariyê ji dikandaran xwestin sibê xwedî li vîna xwe DEM Partiyê derkevin. Dikandaran û welatiyan bi dilgermî pêşwazî li şandeya DEM Partiyê kirin. Lê balkêşe ku gelek kesan ji şandeyê re digotin ku ew ji bo rayên xwe bidin ji cihê dûr hatine navçeyê. Gelek dikandar û welatiyan ji şandeyê re destnîşan kir ku ew ê li ber vê neheqiya li DEM’ê hatiye kirin dê rayên xwe bidin DEM’ê. 

Parlamenter Omer Ocalan di serdana dikandaran de axivî û anî ziman ku li Hîlwanê-Curnê Reş her kes li benda encama hilbijartinê ye û got: “Çav û guhê her kesî li ser Hîlwanê ye. Her kes ji vir li benda xeberek xêrê ye. Sibê sekn û baweriya xwe nîşanî zilmkaran û yên xwestin vîna we destser bikin, bidin.”