Milîsên Edaleta Karkeran a HBDH'ê li 2 bajaran çalakî kirin

Milîsên Edaleta Karkeran a HBDH'ê gotin, "Ji bo silavkirina berxwedana karkeran a 15 û 16'ê Hezîrana 1970'î wan li du bajaran sê çalakî kirine."

Di daxuyaniya Milîsên Edaleta Karkeran a HBDH'ê de li ser çalakiyên ku li Kocaelî û Antalyayê hatin kirin ev agahî hatin dayin:

"11'ê Hezîranê saet di 03:00 de li navçeya Kûmlûca ya Antalyayê, li taxa Yazirê ku taxeke tûrîstîk e xaniyê ji text Bûngalov ê kesê bi navê Kadîr Kaya hate şewitandin.

21'ê Gulanê li herêmeke bejahî ya li Gebze/Cûmakoyê febrîqeyeke kaxizan a şaredariyê hate şewitandin. Xisareke mezin a madî lê bû.

27'ê Gulanê saet di 10:00 de li Kocaelî/Korfezê kargeheke kesekî faşîst hate şewitandin. Tevî ofîsê depoya ji firotinê re amade bû xisareke mezin dîtin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku weke neferên Şoreşa Yekbûyî ew hêza xwe ji berxwedana di dîroka xwe de werdigirin, hesab ji faşîzmê dipirsin û hate gotin, "Berxwedana Karkeran a 15-16'ê Hezîrana 1970'î berxwedaneke welê afirand ku li dîroka bindestan û çîna karker hatiye nivîsandin û bûye tirsa dilê faşîzm û patronan."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em vê çalakiya xwe diyarî koçberê Sûriyeyî karkerê zarok Ahmed dikin ku li Edeneyê di 12 salî de dihate xebitandin û kuştin."