Deyn 1 trîlyon TL ye, lê xizmet nîne

Hevşaredarê Geverê Şorej Dîrî got, qeyûman Şaredariya Geverê xistiye bin deynê ji 1 trîlyon TL'yî, lê tevî vê yekê jî ti xizmet ji bajêr re nekiriye.

QEYÛMÊN LI KURDISTANÊ

Hevşaredarê Geverê Şorej Dîrî anî ziman ku çirava deynan a qeyûman û xisara ku kirine wan bêhêvî nake û bal kişand ser piştgiriya gel a ji bo wan.

DEM Partiyê li navçeya Geverê ya Colemêrgê ji sedî 80 ê dengan wergirt. Hevşaredarê Geverê Şorej Dîrî bi bîr xist ku beriya hilbijartinê wan diyar kiribûn ku wê AKP'ê li Geverê di binê bendê de bihêlin û got, "Ji xwe bi wî rengî bû. Me temamiya 25 endamên meclîsa şaredariyê bi dest xist. Bi rêjeyeke dengan a di asta rekorê de xelkê Geverê xwedî li îradeya xwe derket, em careke din malavayiya xelkê Geverê dikin. Em ê hewl bidin hêjayî vî gelî bin. Gelê me bersiveke şênber da xisara ku qeyûman 8 sal in li bajêr kirine."

PIŞTGIRIYEKE BÊHEMPA YA GEL HEYE

Dîrî diyar kir ku piştî ketin şaredariyê wan lêkolînên pêwîst kirin, eşkere kirin ku Şaredariya Geverê di bin deynekî ji 988 milyon TL'yî de ye û got, "Hema bibêje şaredarî xistine bin deynekî ji 1 trîlyon TL'yî. Di berdêla vî deynî de jî xizmetek li bajêr nekirine. Di mijara binesaziyê de pirsgirêk hene. Nîvê rêyên navçeyê nehatine asfaltkirin. Bêguman ev deyn û xisara ku li bajêr hatiye kirin me bêhêvî nake. Li pişt me hêzeke bêhempa ya gel heye. Di nava van 10 rojên dawî de kelecaneke mezin a gel heye. Em ê bi gelê xwe re dest bidin hev û rêyên herî bedew ên çareseriyê peyda bikin. Sê alîkarên şaredar ên qeyûm hebûn, me erka wan betal kirin. Di demeke kurt de em ê karê pêwîst li hemberî van bikin. Her wiha ti karek ji bo jin, ciwan û çandê li şaredariyê nehatiye kirin di nava 8 salên dawî de. Em ê komîsyonên xwe yên pêwendîdar ava bikin û li van qadan dest bi kar bikin."