Curnê Reş careke din ji bo bersivdayînê amade ye

Parlementera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan, diyar kir ku gelê Curnê Reş vê carê wê bi ferqeke mezintir bersivê bide desthilatdariyê.

HILBIJARTINÊN XWECIHÎ

Parlementera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan, anî ziman ku ji bilî rêxistinên li vir gelê Curnê Reşê jî di ferqa neheqiya ku 31’ê Adarê pêk hatî û tirsa desthilatdariyê de ye û wiha got, "Mirovên ku beriya niha qet dengê xwe nedane partiya me jî dibêjin ku wê li dijî vê neheqiyê dengê xwe bidin DEM Partiyê.”

DEM Partî li navçeya Curnê Reş a Rihayê ji bo hilbijartina xwecihî ku dê li navçeyê di 2’yê Hezîranê de bê dubarekirin, bênavber xebatên xwe didomîne.

Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan, ku li Curnê Reş tevlî xebatên hilbijartinê bû ji ANF'ê re axivî.

‘TEVAHÎ GEL DI FERQA NEHEQIYÊ DE NE’

Dîlan Kunt Ayan, bi bîr xist ku ji ber Desteya Hilbijartinê ya Bajêr û Navçeyan û YSK’ê tev ketine bin kontrola desthilatdariya heyî de li Curnê Reş wê hilbijartin bên dubarekirin. Dîlan Kunt Ayan, da xuyakirin ku li vê derê neheqiyek mezin hatiye kirin, vîna gel hatiye desteserkirin û ji ber vê yekê rastî nerazîbûnên mezin hatiye û got ku ew ê bersiva pêwîst di 2'yê Hezîranê de bê dayîn. Dîlan Kunt Ayan got, “Gelê Curnê Reş DEM Partiyê tercîh kir. Em di wê baweriyê de ne ku yên nikarin tehamula vê bikin wê bersiveke mezintir bigirin. Ji ber ku mirovên beriya niha ti carî dengê xwe nedane partiya me jî dibêjin ku wê li dijî vê neheqiyê dengê xwe bidin DEM Partiyê.”

‘EM Ê BI FERQEKE MEZINTIR BI SER BIKEVIN’

Dîlan Kunt Ayan, destnîşan kir ku bi salan e gel ji desthilatdariya AKP’ê bêzar bûye û got ku xizmeteke rast ji bo gelê Curnê Reş nehatiye kirin. Dîlan Kunt Ayan wiha axivî, "Gel diyar dike ku heman zîhniyet 40 sal in Curnê Reş bi rêve dibe û yên ji vê guhertinê ditirsin hewl didin pêşî lê bigirin. Em dibînin ku li Curnê Reş kevirek li ser kevirekî nehatiye danîn. Em dikarin bibînin ku binesaziyeke rast ya ser erd û bin erd, şaredariya civakî, polîtîkayên jinan û polîtîkayên ciwanan nîne. Daxwaza gel a vekirî ev e; Ev 40 sal in li Curnê Reş ti tiştek nehatiye kirin û em dixwazin êdî polîtîkayên DEM Partiyê biceribînin. Em dibînin ku bingeheke cidî heye ku vê dibêje. Em di wê baweriyê de ne; Di 2'yê Hezîranê de em ê bi ferqeke mezintir li Curnê Reş bi ser bikevin."