Li 3 navçe û 4 bajarokan dengdayîn destpê kir

Li 7 navendên ku YSK’ê biryar da bû ku hilbijartin jinûve lê bên kirin, dengdayîn destpê kir.

HILBIJARTINÊN XWECIHÎ

Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ji bo 3 navçe û 4 bajarokan biryara dubarekirina hilbijartinê dabû û li van navendan dengdayîn destpê kir. Karûbarê dengdayînê yê li navçeyên Curnê Reş a Rihayê, Pinarbarbaşi ya Kayseriyê û Guzelyurt a Aksarayê û li bajarokên Guneykaya ya navçeya Yildizelî ya Sêwasê, Buyukkariştiran ê navçeya Luleburgaz a Kirklareliyê û Perî ya navçeya Mazgêrt a Dêrsimê ji saet 08.00’an ve destpê kir.

Karûbarê dengdayînê yê li 7 navendan dê saet di 17.00’an de bi dawî bibe û qedexeya têkildarî hilbijartinan dê heta saet 21.00’ê bidome.