Ciwanên Curnê Reş piştgirî da DEM Partiyê

Li Curnê Reş a ku wê hilbijartin lê were nûkirin ciwanan bi meşeke meşaleyî piştgirî da DEM Partiyê.

LI CURNÊ REŞ HILBIJARTINA 2’YÊ HEZÎRANÊ 

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di hilbijartinên 31’ê Adarê de li Curnê Reş bi ser ket û ji ber ku alîgirên AKP’ê sindoqan şewitandin, dê hilbijartin 2’yê Hezîranê de bên nûkirin.

Ciwanan ji bo piştgiriya DEM Partiyê li taxa Baglar a Curnê Reş meşiyan.

Bi dehan ciwanên li taxê li hev civiyan, meşale pêxistin û heta buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê ya li taxa Karacûrûnê meşiyan. Ciwanan timî dirûşmên "Dem dema Hîlwanê ye” berz kirin.

Endamên partiyê li ber buroya hilbijartinê bi çepikan ciwanan pêşwazî kirin.