Hevşaredarên Licê mazbatayên xwe wergirtin

Hevşaredarên Licê yên DEM Partiyê ku di hilbijartinan de bi rêjeya herî zêde bi ser ketin, mazbatayên xwe wergirtin û bi sedan kesî re çûn avahiya şaredariyê.

HILBIJARTINÊN XWECIHÎ

Hevşaredar Diyar Dîlek, Firat Demîr û endamên meclîsê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Licê ku bi rêjeya herî zêde bi ser ketin, li Edliyeyê mazbatayên xwe wergirtin.

Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Pinar Sakik Tekin, Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya, Hevşaredarê Licê yê berê Tarik Mercan ku qeyûm li şûna wî hatibû şandin, bi sedan kes beşdarî merasîma wergirtina mazbatayan bûn.

Piştî wergirtina mazbatayan bi sedan kes li hev kom bûn û bi erebaneyan ji Edliyeyê heta şaredariyê meşiyan. Meşa ku dîmenên rengîn derket holê, li ber avahiya şaredariyê bi dawî bû.

Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya li vir axivî û got, "Çawa îradeya ku di sindoqan de derket bû yekemîn, zindîkirina paradîgmaya me jî wê li vir bibe yekemîn. Em ji bo tevkariya gel a bê dawî spasiyên xwe pêşkêş dikin.”

Hevşaredaran jî spasiya gel kirin.

Piştre girse bi hev re derbasî şaredariyê bûn û hevşaredar pîroz kirin.