Xelkê Kerboranê piştî 8 salan kete hundirê avahiya şaredariyê

Hevşaredara Kerboranê Asya Gezer bal kişand ser xwedîderketina gel a pêvajoya hilbijartinê û got, piştî 8 salan karîbûn bikevin avahiya şaredariyê.

SERKETINA GEL A LI KERBORANÊ

Hevşaredara Kerboranê Asya Gezer diyar kir ku gelek pirsgirêkên lezgîn ên navçeyê hene û destnîşan kir ku wê bi gel re hewl bidin çareser bikin.

Li navçeya Kerboran a Mêrdînê destpêkê di Îlona 2016'an de qeyûm hate tayînkirin. Di hilbijartinên 2019'an de bi hîle û hilbijêrên veguhestî AKP şaredarî bi dest xist. Piştî 8 salan şaredariya navçeyê kete destê DEM Partiyê. Asya Gezer û Azîz Akin bûn Hevşaredarên Kerboranê. Hevşaredar Gezer ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku di pêvajoya xwerêveberiyê ya sala 2015'an de gel ji ber zextê xwe bêdeng kir lê belê di pêvajoya hilbijartinê de ev bêdengî di asteke girîng de şikand.

GIRTIN, KOÇBERÎ Û ZEXT

Gezer bal kişand ser wan mirovan ku ji ber girtinê neçar man navçeyê biterikînin, her wiha koçî derveyî welat jî bikin û got, "Ev yek jî bû sedema şikestinekê û tirs afirand. Pêvajoya qeyûm bi serê wan ve hat. Heman piştî pêvajoya qeyûm di sala 2019'an de AKP'ê şaredarî bi dest xist. Ev yek jî di nava gel de bû sedema hîn bêhtir tirsê. Li Kerboranê çar rê hene ku berê xwe li navçeyê ne, li ser her çar rêyan jî nuqteyên ewlekariyê hene. Hema hema li her kolaneke wê kamerayên ewlekariyê hene. Bi vî rengî gelê navçeyê ditirsandin. Gel heta niha ji me re digot '8 sal in em neketin avahiya şaredariyê'."

EM XEBITÎN, GEL JÎ XWEDÎ DERKET

Gezer anî ziman ku destpêkê bi diyarkirina namzetan, bi hilbijartina namzetan wan dest bi pêvajoya hilbijartinê kirin û destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de gel xwedî li partiyê û namzetan derket. Gezer got, "Me ji gundan dest bi karên xwe yên hilbijartinê kir. Li gundan em li nava malan geriyan, me serdana her kesî kir, serdana mirovên deng dabûn AKP, CHP, MHP'ê jî kir. Me hewl da têkiliyê bi hemûyan re dayne. Bi taybetî jî bi dayikan re me têkilî danîn, ji ber ku wan destpêkê em pêşwazî kirin. Li gel karên li gundan me li navçeyê jî kar kir. Her êvarê carna 3-4 komîsyon dixebitîn. Di her komîsyonê de 4-5 heval hebûn, carna 6-7 heval hebûn. Her gavê em mezin bûn, zêde bûn û ew şikestin û tirsa li n ava gel êdî derbas bû. Di asteke welê de xwedîderketin çêbû ku di medya dîjîtal de jî hate dîtin. Dikarim bibêjim ku Kerboran li her derê bû mînak."

Hevşaredara Kerboranê Asya Gezer diyar kir ku xwedîderketina gel kir ku 'dengên veguhestî' yên ji derveyî navçeyê hatibûn anîn bêne têkbirin.

GELEK PIRSGIRÊKÊN LEZGÎN HENE

Hevşaredara Kerboranê Asya Gezer anî ziman ku gelek pirsgirêkên lezgîn ên navçeyê hene û got, "Pirsgirêka avê heye. Yek ji pirsgirêkên herî lezgîn ev e. Di vê mijarê de divê em bixebitin. Gelek ciwan hene ku ji vê derê koçî metropolan û derveyî welat kirine. Divê em pêşî li vê yekê bigirin. Her wiha em plan dikin ku ji bo dikandaran hem ji bo mêran hem jî ji bo jinan derfetên kar biafirînin. Sûka me ya kevn heye, li wê sûka kevn em dixwazin çend dikanan ji bo hevalên jin amade bikin ku karibin berhemên ji keda destê xwe lê bifiroşin. Bi taybetî em plan dikin ku maleke jinan ava bikin. Tevî kûrsên ziman ên ji bo zarokan em dixwazin ji bo hevalên jin kûrsên li ser hunera destan, erbane û qadên cuda ava bikin. Ji bo ciwanan jî plana me ya avakirina navendeke civakî heye. Em dixwazin komplekseke sporê, pirtûkxane, avjenî û kûrsê ava bikin ku karibin dema xwe lê derbas bikin."