Li paytexta Awûstûrya Viyanayê wê roja yekşemê (sibe) hilbijartinên parlamentoya eyaletê, meclisa bajêr û 23 meclisên navçeyan bên kirin. Gelek partî û bi taybetî SPO (Partiya Sosyal Demokrat a Awûstûryayê) bi serokatiya Michael Ludwig xwe amade dikin ku bi hilbijêran re bên ba hev.
Parlamentera Partiya Keskan a Awûstûryayê Bêrîvan Aslan û parlamentera Partiya Keskan a Viyanayê û Endama Meclisa Şaredariyê Heidi Sequenz bi wesîleya hilbijartinê ji ANF'ê re axivîn.
Heîdî Sequenz diyar kir ku di hilbijartinên Parlamentoya Eyaleta Viyanayê û şaredariyan de weke namzeta sêyemîn hatiye nîşandan û bi bîr xist ku wê ji ciwantiya xwe heta niha bi piştevaniya gelê Kurd kir. Heîdî Sequenz ev tişt anî ziman: “Min di temenekî biçûk de li Kremsê li ser pirsgirêka Kurd belavok belav kirin. Weke çavdêreke serbixwe beşdarî hilbijartinên Tirkiyeyê bûm. Di konferansa li Strasbourgê ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan û başkirina şert û mercên girtîgehê de jî min cih girt."
HEIDI SEQUENZ: DIVÊ HER KES DENGÊ XWE BI KAR BÎNE
Heidi Sequenz behsa serdana xwe ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî kir û wiha domand: “Li Rojava zêdetirî deh sal in modeleke civaka nûjen, demokratîk, laîk û femînîst pêş dikeve. Şêwaza xebata jinan gelek bandor li min kir. Azadiya ku ji bo jinan tê dayîn divê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn bibe mînak. Em weke Partiya Keskan mafên mirovan û xwezayê kiriye navenda xwe. Ez mafên civakên Kurd û Îranî diparêzim û piştgiriyê didim têkoşîna wan. Avakirina civakeke femînîst û laîk a li Rojava dikare îlhamê bide tevahiya Rojhilata Navîn.”
Heidi Sequenz anî ziman ku Parlamentera Parlamentoyê Bêrîvan Aslan di meclisê de derbarê Tirkiye û pirsgirêka Kurd de pêşniyarên cuda pêşkêş kirine. Heidi Sequenz bang li hilbijêran kir û got, "Bêguman dengê xwe bidin. Heke hûn beşdar nebin, yên din wê li ser navê we biryarê bidin."
BERÎVAN ASLAN: DIVÊ EM DENGÊ XWE BIDIN BIHÎSTIN
Parlamentera Partiya Keskan a Awûstûryayê Bêrîvan Aslan, helwesta Ewropayê ya li hemberî binpêkirina mafên mirovan rexne kir. Bêrîvan Aslan bal kişand ser girîngiya nûnertiya siyasî ya gelê Kurd li Awûstûryayê û got, "Kurd weke sêwiyên cîhanê ne. Di dîrokê de tinehatine hesibandin û dengê wan hatiye çewisandin. Ji ber vê yekê ji bo pirsgirêkên xwe bînin rojevê û çareseriyan derxînin holê, pêwîstî bi çalakbûna siyasetê heye. Ti kes nikare li ser navê Kurdan biaxive; em neçarin ku dengê xwe bi xwe bidin bîhistin."
‘XURTBÛNA PARTIYA KESKAN WÊ PÊŞIYA KOALÎSYONA DEMOKRATÎK VEKE’
Berîvan Aslan li ser girîngiya hilbijartinên ku sibê pêk bên rawestiya û wiha domand: "Ev hilbijartin bi taybetî ji bo penaberan girîng e. Ji ber ku li pişt penaberan dewletên bihêz nînin ku wan biparêzin. Ger em mafên xwe yên demokratîk bikar neynin, em ê rê bidin kesên din ku li ser çarenûsa me biryarê bidin. Niha partiyên rastgir bi hêz bibin. Ev jî rasterast li wê bandorê li ser penaberan, karker û kedkaran bike. Ya girîng ew e ku hêzên ku alîgirên demokrasî, wekhevî û mafên mirovan e di meclisê de bên temsîlkirin.”