Xelatên Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê hatin belavkirin
Xelatên Festîvala Fîlmên Kurd a Duyemîn a Dusseldorfê hatin belavkirin.
Xelatên Festîvala Fîlmên Kurd a Duyemîn a Dusseldorfê hatin belavkirin.
Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê ku cara 2’an hat lidarxistin, bi dawî bû. Di dawiya festîvalê de di warên cuda de xelat hatin belavkirin. Derhênerên kurtefîlman di bin navê "Xelata Piştgiriya Fîlma Nû" de çar xelat wergirtin. Di festîvalê de 23 kurtefîlm ketin pêş perdeyê. Lijneyê ji her parçeyekî Kurdistanê (Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava) xelatek da derhêneran.
Juriyên Kurtefîlman ji van navan pêk hat: Berfin Emekdar, Hawraz Mohammed, Ekrem Heydo, Binevşa Berivan û Yilmaz Al Mouhamed Ali.
Derhênerên ku xelat wergirtine ev in:
Xelata Rojava: Rodî Osman - Rê
Xelata Rojhilat: Mariam Samadi – Salt Sallers
Xelata Başûr: Mouhamed Sherwani – I Will Wait
Xelata Bakur: Mahsum Taşkın - Garan
Komîteya Festîvalê jî çar xelatên taybet ji bo fîlmên dirêj û dokumanteran diyar kir.
Derhênerên ku xelat wergirtine ev in:
Xelata Jîna Amînî: Maria Laura Vasques - Lêgerîn
Xelata Mafê Mirovan: Omer Biçer - Vartinîs
Xelata Sînemaya Berxwedêr a Xelîl Dag: Olmo Couto – Serê Kaniyê
Xelata Yilmaz Guney: Binevsa Berivan – The Virgin and Child
JI ROJAVA MÊVANÊ TAYBET
Îsal fokus a festîvalê "Rojava" bû. Fuad Omer li ser navê Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê tevlî merasîme bû û spasiya xwe pêşkeşî komîteya amadekar û sînemageran kir û got: "Ez gelek kêfxweş im ku li festîvalê diaxivim. Ev festîval rastî û serkeftina gelê Kurdistanê anî pêş perdeyê. Em spasiya komîteya amadekar û hemû sînemageran dikin. Sê roj in ez li ba we me. Kişandina fîlman jî tekoşînek e li Kurdistanê. Ev şert û mercên me ne. Çiqas kêfxweşiyek e ku Konferansa Yekrêziyê jî doh di dema festîvalê de hate li dar xistin. Serkeftina konferansê ji hemû gelê Kurdistanê re pîroz dikim. Hemû beşên Kurdistanê derhenêr hatine festîvalê. Ji bo naskirina Kurdistanê festîvalê rolek mezin lîst.”