BI DÎMEN

Li Stuttgartê bîranîna Terteleya Dersimê hat lidarxistin

Li Stuttgartê bi boneya salvegera Terteleya (Qirkirin) Dersimê ya sala 1937’an bîranîn hat lidarxistin.

Li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê bi boneya salvegera Terteleya (Qirkirin) Dersimê ya sala 1937’an bîranîn hat lidarxistin. Bîranîn bi pêşengiya Platforma Têkoşîna Li Dijî Qirkirinê ya Stattgartê bi şîara “Tertele Dersim Xo Vira Meke” hat lidarxistin.

Bîranîn li Komeleya Elewî ya Beceklî ya li Kornwestheim a Stuttgartê hat lidarxistin. Dersimiyên li derdora Stuttgartê dijîn û gelek demokrat û şoreşger tevlî bîranînê bûn.

Ewilî kedkarê Komeleya Elewî ya Beceklî ya li Ludwigsburgê Emrah Erden ve dest pê kir.

Di bîranînê sînevîzyona li ser qirkirinê hat pêşandan. Piştî pirs û nirxandinên beşdaran loqme hatin belavkirin.