Li Friedrichshafenê çalakiya bîranînê hat lidar xistin

Li bajarê Bodensee Friedrichshafen ê Elmanyayê ji bo bîranîna şehîd Dilsoz Sarya (Îslam Çelîk) ê ku di 11’ê Tebaxa 2019’an de şehîd bibû, çalakiya bîranînê hate lidar xistin.

Çalakiya bîranînê bi pêşengiya Komaw û Meclîsa Gel a Frîedrîchshafen hat organîzekirin û li lokala komeleya herêmî pêk hat.

Çalakiya bîranînê, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo hemû şehîdên têkoşîna azadiyê destpê kir.

Malbatên şehîdan û welatparêzên beşdarî bîranînê bûn, hestên xwe parve kirin. Di axaftinan de girêdana bi şehîdan re hate ziman.

Çalakiya bîranînê bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.