KCDK-E'yê ji ber wefata Papa Francis peyama sersaxiyê weşand
KCDK-E'yê bi daxuyaniyekê ji ber wefata lîderê rûhanî yê alema Katolîk Papa Francis sersaxî xwest.
KCDK-E'yê bi daxuyaniyekê ji ber wefata lîderê rûhanî yê alema Katolîk Papa Francis sersaxî xwest.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji ber wefata Papa Francis em sersaxiyê ji cîhana Katolîk û dewleta Vatîkanê re dixwazin" û işaret bi kesayetiya gelparêz a Papa hate kirin.
Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku Papa Francis di nava 12 salan ê lîderiya xwe ya cîhana Katolîk de gelek karên serketî kir, li dijî êrîş û şerê qirkirinê yê li cîhanê helwesteke şênber nîşan da û hate gotin, "Papa Francis bi serdana xwe ya li Kurdistanê û Rojhilata Navîn nîşan da ku ew girîngiyê dide aştiya navbera ol û gelan.
Papa Francis bi vê helwesta xwe ji bo bibe dengê xizan û gelên bindest kete nava hewldaneke taybet.
Ji ber ku wefata wî li Cejna Paskalyayê rast hat, cîhana Katolîk kete nava şînê. Weke Kurdistaniyên li Ewropa û gelek deverên cîhanê em sersaxiyê ji cîhana Katolîk re dixwazin. Em sersaxiyê ji cîhana Katolîk, dewleta Vatîkanê û malbata wî re dixwazin."