Li Stuttgartê ji bo azadiya Rêber Apo meş hat lidarxistin
Ciwanên Kurd li bajarê Stuttgartê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiyan û gotin: “Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê em ê her roj li qadan bin.”
Ciwanên Kurd li bajarê Stuttgartê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiyan û gotin: “Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê em ê her roj li qadan bin.”
Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Tevgera Jinên Ciwan ên Tekoşer (TekoJIN) ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê meşiyan. Di meşê de alên Rêber Apo û sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez hildan. Ciwanan pankarta mezin a li ser “Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser bikevin” hildan û bêyî navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana gerîla”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Şehîd namirin” berz kirin.
Ciwanên Kurd nêzî du kêlometreyan meşiyan û piştre daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em weke ciwan heta dawiyê piştgiriya pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo daye destpêkirin dikin. Ji bo me ya girîng peyama Rêber Apo ye. Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê em ê her roj li qadan bin.”
Ciwanana Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ku duh li Qamişlo pêk hat silav kirin.
Daxuyanî bi stran û gerandina govendê bi dawî bû.