BI DÎMEN

Li Swîsreyê çalakiyên ji bo Rêber Apo

Ji bo azadiya Rêber Apo li bajarên Lozan û Winterthurê bi pêşengiya ciwanan çalakî hatin lidarxistin.

Ji bo azadiya Rêber Apo bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li bajarê Lozan û Winterthurê çalakî hatin lidarxistin.

LOZAN

Li qada Rue Saint Laurentê ya Lozanê endamên TCŞ'ê li hev kom bûn û ji bo azadiya Rêber Apo bang kirin.

Şaredarê Lausanne POP Julien Schwab piştgirî da çalakiyê, axaftinek lê kir û got, "Li gel şerê ku bi dehan sal in dewam dike gelê Kurd hîn li ser piyan e û ji bo aştiyê têdikoşe."

Schwab bal kişand ser banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo ku li şûna têkoşîna çekdarî işaret bi rêya çareseriya demokratîk kir û bang li dewleta Tirk ku pêwîstiyên vê pêvajoyê bi cih bîne. Her wiha ji bo serbestberdana Rêber Apo jî bang li meqamên Swîsreyê kir ku zextê li Tirkiyeyê bike û xwedî li aktîvîstên siyasî yên li sirgûnê derkevin.

Hevserokê Komeleya Çanda Kurd a Lozanê Mûsa Îtah jî bi bîr xist ku Rêber Apo li gel şert û mercên giran ên tecrîdê jî pêvajoyeke nû ji bo çareseriyê da destpêkirin û anî ziman ku gelê Kurd li dora vê bangê civiya ye û ji bo avakirina civaka demokratîk gavên girîng avêtiye.

Piştre Ahmet Torî bi navê TCŞ'ê belavok xwend û destnîşan kir ku heta pêkhatina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê li qadan bin.

Daxuyanî bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.

WINTERTHUR

Çalakiya li Winterthurê jî bi dirûşman destpê kir. Piştre endamê TCŞ'ê Mîran Mêrdîn axivî û diyar kir ku ciwanên Kurdistanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê têkoşînê mezin bikin.

Hevseroka CDK-S Swîsre Dîlan Çetînkaya jî bal kişand ser tecrîda li ser Rêber Apo û ji bo pêşveçûna pêvajoyê banga têkoşînê kir.