Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê (LKFF) ku di sînemaya Kurdî de xwedî cihekî girîng e û wêîsal 58 fîlm û belgesel werin nîşandan li Picture Houseyê dest pê kir. Lîstikvan, nivîskar, hunermend û siyasetmedarên ji her çar perçeyên Kurdistanê eleqeyeke mezin nîşanî festîvalê dan.
Li gel lîstikvanên Kurd Ravand Elî Taha, Sarab Nayîf Îsa, Kemal Ûlûsoy, Derhêner Soleen Yûsif, Mehmet Alî Konar gelek derhêner û lîstikvan jî beşdarî festîvalê bûn.
Di axaftinan de hate diyarkirin ku sînemaya Kurdî xwe gihandiye asteke bilind û têkoşîna polîtîk a gelê Kurd weke ‘’berxwedanekê’’ xwe di sînemayê de nîşan dide. Hate îfadekirin ku LKFF bes ji fîlman pêk nayê di heman demê de ruhê xurt ê berxwedan û afirîneriyê ye jî û hate gotin ku em ê dirûşmeya ‘’Dîsa Govend’’ bi 58 fîlmên ji her çar aliyên Kurdistanê û diasporayê dest bi rêvîtiyeke 9 rojan bikin. Her wiha hunermendê Kurd Alî Tekbaş derket ser dikê û bi kilam û awazên Kurdî konserek da.
Piştî resepsiyonê festîvalê bi nîşandana fîlmê derhênerê Kurd Hisham Zaman a bi navê ‘’Rojeke Şad’ dest pê kir. Piştî nîşandana fîlmî bi beşdarbûna lîstikvanê sereke yê fîlmî Ravand Elî Taha suhbetek çêbû. Taha diyar kir ku di fîlmê de jiyana zarokên koçber, xeyal û êşên wan tê nîşandan û got ku bi saya vî fîlmî êş û trajedî ji sînorêên xwe derbas bûne.
Her wiha beriya nîşandana fîlmê ‘’Rojeke Şad’’ kurtefîlmê têkildarî krîza avûhewayê û zuwatiyê ya bi navê ‘’Girav’’ hate nîşandan.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di fîlmên ku wê îsal di LKFF’ê de werin nîşandan li gel temayên weke tundî, êş, şer û trajedî wê yên weke têkoşîn, hêz, berxwedan û hunerî jî derkevin pêş. Festîval wê di 3’yê Gulanê de bi dawî bibe. Di festîvala îsal de wê 10 fîlmên metrajdirêj, 13 belgesel, 20 kurtefîlm, 14 kurtebelgesel û anîmasyonek jî di nav de bi tevahî 58 fîlm werin nîşandan.