BI DÎMEN

Li Berlînê meşa 'Ji Rêber Apo re azadî' hat lidarxistin

Li Berlînê bi pêşengiya ciwanên Kurd ji bo azadiya Rêber Apo çalakî hat lidarxistin. Di meşê de "durûtiya" dewleta Elman a ku Kurdan krîmînalîze dike hat protestokirin.

Li paytexta Elmanya Berlînê bi pêşengiya TekoJIN û TCŞ’ê ji bo azadiya Rêber Apo ku zêdetirî 26 sal in li girava Îmraliyê di şert û mercên giran ên tecrîdê de tê girtin, meşek hat lidarxistin.

Kurdistanî û dostên wan ên li qada Alexanderplatzê li hev civiyan, ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz girtin.

Piştî rêzgirtinê daxuyanî hat dayşn. Di daxuyaniyê hat destnîşankirin ku fikrên Rêber Apo ji bo ciwanên li çar aliyê Kurdistanê û li gelek bajarên cîhanê bûne hêviyeke mezin.

Di daxuyaniya li ser navê TCŞ'ê hat dayîn de wiha hat gotin: "Rêber Apo ji ber ku fikrên ji tankan xurtir afirand li Îmraliyê di bin tecrîdê de tê ragirtin. Rêber Apo civakeke azad, Kurdistana azad, siberojeke azad pêşkêşî me dike."

Di daxuyaniyê de bertek nîşanî nêzîkatiya Elmanyayê hat dayîn û wiha domand: "Dema ku hûn behsa aştiyê dikin, çekan difiroşin rejîmên şer. Hûn sembolên me qedexe dikin û me sûcdar dikin. Em ê êdî li hemberî vê durûtiyê bêdeng nemînin."

Her wiha Lorenz A. ê 21 salî ku yekşema borî li Oldenburgê bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest da, hat bibîranîn. Ciwanan diyar kirin ku ew ê nehêlin doza Lorenz A. were nixumandin û daxwaza edaletê kirin.

Piştî daxuyaniyê ber bi Brandenburger Tor ve dest bi meşê kirin. Di meşê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin Jiyan Azadî" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin.