BI DÎMEN

Çalakiya li Cenevreyê: Çareserî di paradîgmaya Rêber Apo de ye

Çalakiya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li pêşiya Netewyên Yekbûyî tê lidarxistin, di hefteya 221’an de didome.

Çalakiya vê hefteyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê Nûcan Meletî û Îslam Cîlo destpê kir.

Li ser navê komîteya çalakiyê Îbrahîm Yuksel axivî û bal kişand ser tecrîda 26 salan a li ser Rêber Apo tê meşandin û got, "Hêviya azadî û aştiya gel li Îmraliyê dîl tê girtin."

Yuksel banga “Divê azadiya fizîkî pêk were, pirsgirêka Kurd li ser bingeha siyasî bê çareserkirin” kir.

Yuksel anî ziman ku dewleta Tirk bi krîzên piralî re rû bi rû ye û destnîşan kir ku hilweşîna aborî û bêedaletî hişt ku rejîm nikaribe xwe bidomîne.

Yuksel cezayên darvekirinê yên li Îranê şermezar kir û anî ziman ku hedefgirtina ciwanan “polîtîkayeke zelal a qirkirinê ye”.

Yuksel êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê jî şermezar kir û destnîşan kir ku bikaranîna çekên kîmyewî binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye û ev êrîş sûcê li dijî xweza û mirovahiyê ye.

Yuksel bilêv kir ku paradîgmaya konfederalîzma demokratîk a ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pêşxistin mifteya çareseriya li Rojhilata Navîn e û wiha domand: “Aştî û edaleta li Rojhilata Navîn wê li ser bingeha paradîgmaya Rêber Apo pêş bikeve. Em spasiya Birêz Ocalan dikin ku 26 sal in bi berxwedana bênavber ji gelê Kurd û gelên herêmê re bûye hêvî. Em vê berxwedanê silav bikin. Divê demildest azad bibe û êrîşên li ser qadên gerîla bi dawî bibin.”

Çalakiya rûniştinê heta saet 17:00’an berdewam kir.