Makarenko: Ocalan dev ji xebat û fikirandinê bernade

Analîstê Rojhilata Navîn û Kurdolog Vadîm Makarenko diyar kir ku tevî ku Rêber Apo zêdetirî çaryek sed sal in di girtîgehê de ye jî, li ser çarenûsa Kurdan û Rojhilata Navîn difikire û dev ji xebat, nirxandin û fêmkirina geşedanên li herêmê bernade.

VADÎM MAKARENKO

Li ser geşedanên dawî yên li Rojhilata Navîn bi Analîstê Rojhilata Navîn û Kurdolog Vadim Makarenko yê ku bi taybetî li ser siyaseta Rojhilata Navîn, pirsgirêka Kurd, têkiliyên Tirkiye-Rûsya û nakokiyên herêmî dixebite re axivîn.

Di şerê ku li Rojhilata Navîn didome û weke Şerê Cîhanê yê Sêyemîn tê binavkirin de li Sûriyeyê rejîma Esad hate hilweşandin û HTŞ li şûna wî hate bicihkirin. Li gel ku Rûsya, Îran, Tirkiye, DYE, Îsraîl û gelek aktorên ku di nava vî şerî de ne, pêşketina li Sûriyeyê tê çi wateyê? Kî li Sûriyeyê bi ser ket û kî têk çû? Li ser asta herêmê wê encamên çawa derkevin holê?

Ne hewce ye ku mirov mezin bike; behsa Şerê Cîhanê yê Sêyem nayê kirin, lê di nav welatên ku piştî tasfiyekirina Împaratoriya Osmanî li Rojhilata Navîn derketin holê, pêvajoyek tevlihev heye. Îsraîl a ku welatên Ereb demeke dirêj nedixwestin wê nas bikin, di salên 1948, 1967 û 1973'an de îspat kir ku nikare ji nexşeya Rojhilata Navîn were paqijkirin. Lê di nav welatên Rojhilata Navîn de hîn civakeke herêmî çênebûye ku li hember hev bê pêşdarazî û bê quretiyê tevbigerin. Peymana Îbrahîm a ku pêkhateya siyasî ya Rojhilata Navîn guhert, dibe rê li ber vê yekê vekir, lê wê bi dehan sal bidome.

Ji bilî peywendiyên zehmet ên bi Îsraîlê re, di peywendiyên navbera welatên Rojhilata Navîn ên navdewletî de jî pirsgirêk hene: Şerê Îran û Iraqê, dagirkirina Kuweytê ji aliyê Iraqê ve, aloziyên cidî di navbera Sûriye û Urdunê, Misir û Lîbyayê de diqewimin. Li derdora Yemenê aloziyeke herêmî çêbûye. Siyaseta Tirkiyeyê ya li Sûriye û Iraqê metirsiyeke cidî ye û ji hewldana guhertina bi darê zorê sînorên dewletan ên li Rojhilata Navîn ditirse. Ji ber ku şer û pevçûn li herêmên ku Kurd lê zêde diqewime, lezgîniya vê yekê radixe ber çavan. Girêka Gordîon a din jî aloziya Îsraîl û Îranê ye. Piştî çend fuzeyên di navbera Îran û Îsraîlê de, artêşa Îsraîlê dest bi êrîşeke bê tawîz û hovane li dijî Xeze û Hizbullahê kir. Piştî rûxandina rejîma Esed, Îsraîl ji vê rewşê sûd werdigirt û çekên  teknolojîk û pêşkeftî yên artêşa Sûriyeyê têk bir. Nakokiyên Îsraîl û Îranê êdî gihîştiye asta herî jor. DYE gefên herî metirsîdar li dijî navendên leşkerî yên Îranê li ser axa xwe dike.

Her ku ev rewş zêde dibe, pêwîste bi beşdariya lîderên cîhanê çareserî bê dîtin û piştgiriyê. bidin mîmariya herêmê. Ji ber vê yekê, DYE û Yekîtiya Sovyetê/Rûsya li Rojhilata Navîn hebûna xwe mayinde dikin. Lê her çiqasî li vê herêmê guherînên jeopolîtîk ên girîng çêbûne jî, ne wek rewşa salên 1956, 1967 û 1973’an e û ne mimkûn e ku şerê hev bikin.

Welatên Rojhilata Navîn bi pirsgirêkên xwe yên polîtîkaya derve re gelek pirsgirêkên wan ên navxweyî jî hene. Di warê aramiya navxweyî de pirsgirêkên wan ên mezin hene. Ji ber ku nekariye pirsgirêka pêşxistina nasnameya neteweyî ya hevpar çareser bike. Ev mijar li Sûriye, Iraq, Îran, Yemen, Lîbya û Cezayîrê ne hêsan e. Efrîaqa ne di nava vê de ye. Bi ser de jî, ev pirsgirêk nehatine çareserkirin, her çend ew li welatên ku xuya dikin dewlemend in wek Misir û monarşiyên Kendavê veşartî bimînin. Di dema Bihara Ereban de her kesî ev hîs kir. Dema ku rewş li Misir, Iraq, Lîbya, Tûnis û Sûriyeyê berovajî bû her kes tengezar bû.

Iraq û Sûriyeyê, partiyên Baasê tevî ku her tiştên wan hebûn jî nekarîn welatên xwe nûjen bikin. Encam: Li her du welatan rejîmên siyasî hilweşiyan. Her du rejîm di encama destwerdanên xurt ên derve de hatin rûxandin, lê faktorên ku rê li ber rûxandina wan vekir nakokiyên etnîkî û olî yên navxweyî bûn. Hêzên derve dikarin rejîmeke dermirovî hilweşînin, lê nikarin pirsgirêkên wê yên navxweyî çareser bikin. Iraq ji ber vê yekê di van du dehsalan de piştî rûxandina Saddam Huseyîn bêîstiqrariyeke siyasî ya dijwar re rû bi rû ma û gelek caran welat ber bi hilweşînê ve bir. Ev rewşa bêîstîqrar hîn jî ji holê ranebûye. Heta niha kes nikare bêje ku wê çend salên din hewce bike ku Iraq bibe welatekî bi îstîqrar û pêşkeftî. Ji ber ku Iraq rêya ku berê dimeşand, vê carê di bin desthilatdariya Şîayan de dimeşîne. Rewşa Kurdên Iraqê zehmet e, lê Herêma Xweser a Kurdistanê di vê serdemê de roleke biî stîqrar lîst û li şûna têkbirina îstîqrar û yekparetiya Iraqê, piştgirî da parastina Iraqê.

Piştî bi tundî rûxandina rejîma Esed, wê çend deh sal derbas bibin ku rewşa Sûriyeyê çareser bibe. Ji ber ku aliyên vî welatî rêz nîşanî berjewendiyên rewşa nadin û biryarên lihevkirin û lihevhatinê nagirin, rejîmê ber bi otorîteriyeke din a di bin rengê olî yên Sunnî û oldariya tundrew dibe. Ev yek ji serdema Hafiz Esed jî paşdetir dibe. Wê her kes winda bike. Ji ber ku civak wê ji serî ve destpê bike. Di vê rewşê de em hêvî dikin ku bi zorê çareseriyek ji bo pirsgirêka Kurdên Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê neyê dîtin; lê DYE ya ku siyaseta wê ya li herêmê nayê pêşbînîkirin, tenê dikare defakto xweseriya xaka Kurdan li Sûriyeyê misoger bike.

Bi Şerê Xezeyê re em dibînin ku Îsraîl li Rojhilata Navîn ketiye nava helwesteke bi bandortir û êrîşkartir. Li gorî we armanca sereke ya dewleta Îsraîlê çi ye?

Îsraîl êrîşa 7’ê Cotmeha 2023’yan wek firsend têkbirina Xeze û Hamasê dît. Bi ser ket, Xezeyê hilweşand û hikûmeta heyî ya Hamasê ji holê rakir, bi deh hezaran Xezeyoyan kuşt. Lê rewş heman e, yan wê Xeze rabe ser piyan, Hamas wê serokekî nû hilbijêr e, yan jî rêxistinek nû derkeve holê ku pêşengitya gelê Xezeyê bike. Tiştek nayê guhertin. Ev pêvajo wê demek dirêj bidome; lê di dawiyê de Îsraîl û Filistîn li gorî rastiya heyî ya di berjewendiya Îsraîlê de hevdu nas bikin. Bi lez avakirina dewleteke Filistînî ya serwer û serbixwe di berjewendiya Îsraîlê de ye. Eger Îsraîl bixwaze pêvajoya ku bi Peymana Îbrahîm hatiye destpêkirin bidomîne, divê vê gavê bavêje. Di berjewendiya Hamasê û ya herî girîng jî gelê Filistînê de ye ku divê bi lez û bez ji bo parastina berjewendiyên xwe vegere rêbaza siyasî û aştiyane.

Şîroveyên ku peymanên Lozan û Sykes-Picot winda kirine hene. Gelo hûn tevlî vê şîroveyê dibin? Eger wisa be, hûn li ser çi bingehê pêşbiniya jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn dibin?

Ew ne mimkûn e ku ti welatek rasterast bi Peymana Lozanê ve hatibe beralîkirin. Lewre hemû welat bêyî ku li madeyên Peymana Lozanê û ya girîntir Peymana Sykes-Picot-Sazonov a ku di nav sînorên wan de cih digirin, binêrin, dewletên Rojhilata Navîn ên bi revîzyonê re rû bi rû nemane ji bilî Îsraîlê (mijareke cuda ye) di nava sînorên xwe de nas dikin. Bê guman, tirsa Tirkiye ew e ku mîna li Kibrisê, Sûriye û Iraqê sînorên wê bi zorê bên guhertin; lê ev ne bi Peymana Lozanê ve girêdayî ye, bi rewşa leşkerî-siyasî ya heyî ve girêdayî ye. Tirkiye pêkhateya Kurd siyasî dike û tawanbariyên derew ên li dijî Kurdên Sûriyeyê bi kar tîne û siyasetmedarên Tirk ji bo daxwazên xwe yên neqanûnî rewa bike da ku herêmeke ewlehiyê li ser sînorê di navbera Sûriye û Iraqê de ava bike û  bi vegerandina penaberên Sûriyeyê van axan bi awayekî defakto bike Ereb.

Di vê rewşê de, hemû çalakiyên hêzên leşkerî yên Kurd li ser sînorê Tirkiyeyê bide rawestandin, wê ji hincetên herî mezin ên pêngavên êrîşkar ên Tirkiyê yên li ser Sûriyeyê û Iraqê re bibe alîkar; lewre nifûsa Kurd li herêmên sînor pir bi bandor dibe. Her wiha ez di wê baweriyê de me ku banga rêberê manewî ya bê şert û merc ê gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hemû Kurdan re, ji kîjan partî û rêxistinê dibe bila bibe wê ji rawestandina şer wê bibe alîkar, tevkariya çareseriya pirsgirêka Kurd bike.

Ev rewş wê têkiliya Iraq û Sûriyeyê bi Tirkiyê re û di qada navneteweyî de destê wan xurtir bike. Divê pirsgirêka Kurd beriya her tiştî şaredariyên herêmên ku rasterast Kurd lê dijîn û hemû organên rêveberiyê bi rêya hilbijartinê bên çareserkirin. 

Hin nirxandin hene ku di şerê Rojhilata Navîn de armanca sereke ew bû ku projeya enerjiyê ya ji Hindistanê ber bi Ewropayê pêk were û ji bo vê jî rê tê paqijkirin. Bi dîtina we, girîngiya gihîştina çavkaniyên nû yên enerjiyê û projeya rêya bazirganî û enerjiyê ya pêşbînîkirî çi ye? Têkiliya wê bi şerê domdar ê li Rojhilata Navîn re çi ye?

Di salên 1950-1960 û destpêka salên 1970’an de, pirsgirêka rêyên veguhestina neft û gazê pirsgirêkek cidî bû; lê îro ji ber cihêrengbûna petrol û gaza siruştî ya Ewropayê û bi taybetî jî ji bo bazara cîhanê, roleke girîng nalîze. Aloziyên leşkerî yên li Rojhilata Navîn niha sedemên navxweyî hene. Gelek welatên herêmê, bi taybetî Îsraîl, ji bo ku van pirsgirêkan ji bo şerê desthilatdariyê di nav welatên xwe de bikar bînin, dixwazin nakokiyên navdewletî derxînin.

Di sedsala 20’an de du aktorên girîng ên herêmê Tirkiye û Îran bûn. Tê gotin ku Îsraîl wê bibe hêza hegemonîk a li Rojhilata Navîn a nû û bi Peymana Îbrahîm a ku di navbera Erebîstana Siûdî û Îsraîlê de hatiye îmzekirin û Erebîstana Siûdî wê rola pêşengiya herêmê bigire ser xwe. Gelo hûn tevlî vê şîroveyê dibin û hûn rewşa nû û Peymana Îbrahîm çawa analîz dikin?

Îsraîl ji ber sedemên objektîf (hejmara nifûsa xwe, xaka xwe ya piçûk û ne mimkun e ku di pratîkê de gelekî befireh bibe) firsenda ku li Rojhilata Navîn bibe hêzeke hegemonîk heye. Erebistana Siûdî jî şert û mercên aborî û jîngehî yên ku ji bo berfirehbûn û veguhertina hegemonyaya herêmî ya pêwîst in, tune ye; lê, ew dikare bi Rojhilata Navîn û welatên din ên Kendavê re bibe navenda fînansê ya bihêz a Rojhilata Navîn.

Peymanên Îbrahîm ji ber ku ew aştiyê tînin, astengiyên li pêşiya entegrasyona herêmê radikin û dikarin mezinbûna aborî ya welatên Ereb ên ku hewceyê teknolojiyê û veberhênanê ne -bi taybetî welatên Ereb (Misir, Iraq, Sûriye) bigiranî xizan in- ji ber mezinbûna aboriyê bi lez û bez dike, ji bo hemû welatên Rojhilata Navîn bi feyde ye.

Îsraîl û DYE derbên giran li eksena berxwedanê ya bi navê Eksena Şîa ku weke qada bandora Îranê tê naskirin, xistin. Rêxistinên wekî Hamas û Hîzbullahê derbên mezin xwarin. Êrîşên li dijî Hûsiyan didomin. Rejîma Sûriyeyê hilweşiya. Li Iraqê jî milîsên Şîa di bin êrîş û gefên tund de ne. Li aliyê din di navbera Îran û DYE’yê de hevdîtinên nukleerî destpê kirine. Bi dîtina we hedefa nû Îran e? Zehmetiyên destwerdana muhtemel a Îranê çi ne, wê rê li ber encamên herêmî yên çawa veke?

Têkçûna Hamas û Hîzbullah, rûxandina rejîma Esed li Sûriyeyê û Îranê bi temamî pasîf bûye û danûstandinên ku yekser di navbera DYE û Îranê de li ser bernameya nukleerî ya Îranê peyda bûne û ger bi ser keve dikare bibe sedema rakirina cezayên li ser Îranê an jî sivikirina wê. Îran nîşan dide ku ew ji herêma Deryaya Spî ya Rojhilata Navîn vekişiyaye û amade ye ku bala xwe bide ser pêşketina aborî ya ku dema Şah.  Lê DYE û Îsraîl jî hewl bidin ku bandora Îranê li Iraqê kêm bikin. Bi îhtîmaleke mezin wê Îran jî heman tiştî bike. Lê hêjayî bibîrxistinê ye ku Pers bi hezaran sal e ku di vê beşa Rojhilata Navîn û bi piranî Rojhilatê Efrîkaqê re hatine û diçin. Û îro, ti tişt wê nikaribe ji bo hêzdayinê careke din wê vegerîne sînorên xwe. Her wiha ne pêkan e ku bandora çandî ya Îranê li Rojhilata Navîn were sînordarkirin.

Tirkiye li herêmê welatekî xwedî girîngiya jeopolîtîk e û di şerê Rojhilata Navîn de ji nakokiyên Rûsya û DYE’yê sûd wergirt û li herêmê hegemonyayeke neo-Osmanî dimeşîne. Hûn pêşeroja Tirkiyeyê çawa dibînin? Ma Tirkiye hîn jî wekî berê welatekî girîng e? Li gorî we wê Tirkiye ji guhertin û dîzaynên nû yên li Rojhilata Navîn çi bi dest bixe?

DYE û Rûsya li Rojhilata Navîn rûbirûyê hev nabin, lê di rewşên ku bikarin pirsgirêkan li gorî berjewendiyên xwe yên hevpar çareser bikin jî hevkariyê nakin. Em dikarin Sûriyeyê weke mînakeke berbiçav nîşan bidin. Li vir, kiryarên hevbeş ên DYE û Rûsyayê dikarin bibin sedema derketina bi rastî ya demokratîk ji rejîma Esed û avakirina demokrasiyek berfireh li welat, li şûna avakirina hikûmetek îslamî ya radîkal a mîna Talîbana Efgan e.

Tirkiye di rewşa xwe ya niha de çavkaniyên wê yên ku li Rojhilata Navîn bibe welatekî hegemonîk nîne. Mezinbûna cidî ne mimkûn e; ne çavkanî, ne bazar, ne hêza kar. Ew nikare bi welatên Ereb ên Rojhilata Navîn (çavkaniyên fînans û mirovî yên bêdawî) û Îsraîlê (finans û teknolojiya pêşketî) re hevrikiyê bike. Ne dixuye ku ev rewş dê bibe alîkar ku Tirkiye li herêmê cih bigire. Tirkiye li Rojhilata Navîn bi tenê ye; ji ber vê yekê Asyaya Navîn bi cîhana Tirkan re eleqedar dibe, lê Rûsya û Îran destûrê nadin. Bi dîtina min divê Tirkiye di her rewşê de li rêyên entegrebûna nav herêma Rojhilata Navîn bigere: Li wir bazar, teknolojî û aborî heye; kes nikare vê biguherîne.

Kurd, gelê ku di sedsala 20’an de bêstatu hatin hiştin û welatê wan di navbera çar dewletan de hatiye parvekirine. Kurd weke gelê mexdûrê zihniyeta netew-dewletê ya li ser esasê berjewendiyên hêzên navneteweyî ye, li her çar parçeyan ji bo şikandina statukoya heyî têdikoşe. Li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sîstemeke demokratîk ava kirin. Gelo ev têkoşîna Kurdan dikare bibe modelek ji bo rûxandina rejîmên despotîk ên li Rojhilata Navîn û Rojhilata Navîn a demokratîk? Li gorî we pêşerojeke çawa li benda Kurdên ku di sedsala 20’an de bêstatû hatine hiştin?

Çarenûsa Kurdan trajîk e. Li welatekî ku wek dewleteke mezin di bin xetereya parçebûnê û hema hema bi temamî tunebûnê de bû (1918-1922), ew bûn hindikahiyek pir xurt û ji xwe bawer. Piştî vê stresê (sendroma Sewrê), her kesê ku gumana wê bi cudaxwaziyê yan nebaweriya tam a ji desthilatdaran re heye tune bike. Serhildana Şêx Seîd (1925), Serhildana Çiyayê Araratê (1930) û Serhildana Dersimê (1937-1938) ku Kurdan ji bo parastina jiyana xwe ya kevneşopî dabûn destpêkirin, bi awayekî hovane hatin tepisandin. Piştî komkujiya Dersimê ya bixwîn, dijminatî û nefreta li hemberî Kurdan zêde bû û divê ev weke jenosîdeke li hemberî Kurdan bê nirxandin.

Li Tirkiyeya Ataturk, pêvajoyên asîmîlasyonê li ser Kurdan bi awayekî çalak meşandin; zimanê zikmakî yê Kurdan hate qedexekirin, navên nû li wargeh û avahiyên jeofîzîk hatin danîn. Van hemûyan derfet da ronakbîrên çep ên Kurd ku rejîma leşkerî-polîsî ya ku li niştecihên bi şêniyên Kurdan hatine avakirin weke “mêtinger” binirxînin û erka tekoşîna rizgariya Kurdistanê derxin pêş. Lê belê ev têkoşîn piştî sala 1945'an, li "Tirkiyeya demokratîk" ya Îsmet Înonû ku neçar ma welêt bixista ser rêyên demokratîk û zêde bi hêvî bû ku bibe parçeyek ji cîhana lîberal a rojavayî, pir dereng pêk hat. Qedera wî hinekî qedera Gorbaçov tîne bîra min. Wek desthilatdariya mutleq a Gorbaçov, Înonu jî bi hêviya ku welat têxe destê xwe, azadiyên demokratîk ên bisînor anî, lê pêvajo ji kontrolê derket; desthilatdariya CHP’ê di sala 1950’î de di hilbijartinên parlementoyê de têk çû û desthilatdarî winda kir. Di salên 1960 û 1970’an de li Tirkiyeyê aloziyên civakî zêde bûn.

Guhertinên weke radîkal dihatin dîtin. Piştî serdema dewletparêziyê, nirxên lîberal hatin pejirandin. Hevgiriya neteweyî ya ku Atatürk bi rêbazên tund dabûn avakirin, bi rastî ji holê rabûbû; her kes ji bo xwe bû û helbet Tirk cuda, Kurd jî cuda. Darbeyên leşkerî yên salên 1960 û 1971ê ku dihat payîn ku agirê têkoşîna siyasî vemirîne jî encam negirt. Di vê serdemê de rêveberiyên etnîkî, bi piranî radîkalên tundrew (Gurên boz) û partî derketin holê, nakokiyên di navbera siyasetmedar û partiyan de gur bûn û terora siyasî (kuştinên siyasî) pêş ketin. Kurdan jî hewl dan ku partiyên xwe ava bikin, lê di dawiya salên 1970’î de hema hema ne mumkin bû ku ev yek bi qanûnî pêk were.

Piştî ku lîderê Partiya Karkerên Kurdistanê civîneke rêxistinî li dar xist, neçar man ku derkeve Sûriyeyê ku ji hemû welatên Rojhilata Navîn gelek pêkhateyên radîkal lê hene. Biryarên rêveberiya PKK'ê yên piştre, bi kêmanî nîqaş û encamên wan nedihatin pêşbînîkirin. Bi taybetî jî piştî darbeya 1980’yî ku artêşê desthilatdarî vegerand destê siyasetmedaran, her tişt baş bû. Beriya her tiştî biryara serhildana di sala 1984'an de li ser axa Tirkiyeyê heye, niyeta min a rexnekirina rêveberiya PKK'ê nîne, dema em li paş xwe dinêrin her kes jîr e. Wê demê bijartina rêya rast ne hêsan bû.

Salên bi lehengî yên têkoşînê destpê kirin ku bêguman ev tevkariya pêşxistina hişmendiya Kurdan kir. Lê şensê ku bi vî awayî li Tirkiyeyê guherîneke siyasî ya erênî çêbibe tune bû. Kurdan xwe wek etnîkeke serbixwe û yekgirtî da naskirin, lê xisarên mezin jî dîtin. Pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê bi tevahî hatiye qedexekirin. Parlamenterê ku bi Kurdî axivî 10 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Pevçûnên çekdarî û tundiya polîsan rê li ber qetilkirina vekir; bi hezaran Kurd demeke dirêj di zindanan de man û gelek jî di zindanan de jiyana xwe ji dest dan. Bi hezaran gundên Kurdan hatin wêrankirin.

Ev rastiya têkoşîna siyasî bû, lê demek hat ku PKK biryar da ku rêbazên siyasî bikar bîne. Piştî sala 2002’an di çalakiyên PKK’ê de guhertinên mezin çêbûn; gelek siyasetmedarên Kurd ji bo mafên Kurdan serî li têkoşîna hiqûqî dan. Kurdan di sala 2015’an de jî îspat kir ku dema pêwîst be dikarin xwe biparêzin. Şert û mercên Tirkiyeyê gelek dijwar bûn û hîn jî wiha ne: Ji bo berjewendiyên Kurdan têkoşîn û cesaret lazim e. Ji ber ku partiyên alîgirê Kurdan qedexe ne û tên girtin; parlamenter û siyasetmedar demek dirêj di girtîgehê de diman. Lê karê siyasî raneweste. Ev jî encama serhişkiya ku di salên 1980 û 2000’an de Kurdan weke etnîk jiya û ev ne tenê ji bo Kurdan, ji bo tevahiya Tirkiyeyê bû ceribandinek. Di encamê de niha li Tirkiyeyê partiyên xwedî ezmûn hene ku bi rastî mafên neteweya Kurd û mafên gelên din ên Tirkiyeyê diparêzin û têdikoşin. Ev têkoşîna pratîkî ya konfederalîzma demokratîk a gelan e.

Tecrûbeya têkoşîna ji bo mafên Kurdan nîşan dide ku xebatên siyasî û hiqûqî bi rastî encamên pir girîngtir derdixin. Mixabin ji şerê çekdarî ne kêmtir xeternak e; dibe ku hinek bimirin, hinek bi ji hêla qederê ve bên rizgarkirin. Niha gelek siyasetmedarên Kurd bi awayekî neheqî girtî ne. Lê dema ku ev têkoşîn armanc dike ku bi awayekî rast bigihêje armancên xwe; Têkoşîna çekdarî di şert û mercên nûjen de dibe sedema tecrîdkirina partiyek siyasî, rêgirtina li pêşiya derfetên xebata siyasî ya legal, gihandina ziyanek mezin û lawazbûna wê û lawazbûna neteweya Kurd e. Ji ber vê yekê, koma etnîkî ya Kurd di rêveberiyên ku mijarên girîng ên hebûna wê lê têne çareserkirin de nayê temsîlkirin. Eger têkoşîneke yasayî bê meşandin, kes nikare statuya Kurdan ku jimara wan, hişmendî û yekîtiya wan zêde dibe û ne pevçûn, lê çareseriyeke dadwerî ji bo pirsgirêkên pratîkî yên ku ji bo Tirkan û gelên din ên Tirkiyeyê pêwîst in armanc dikin.

Rêber Apo li hemberî modernîteya kapîtalîst modernîteya demokratîk pêş xist û li şûna netewe dewletê, feraseta neteweya demokratîk û xweseriya demokratîk weke model û di wateya herî giştî de Konfederalîzma Rojhilata Navîn a Demokratîk wê bibe çareserî pêş xist. Pêşniyarên felsefî û pêşniyarên çareseriyê yên Rêber Apo hûn çawa dinirxînin?

Rêberê berxwedana gelê Kurd Abdullah Ocalan, tevî ku ji çaryeka sedsalê zêdetir e di zindanê de ye, dest ji fikirîna çarenûsa Kurdan û Rojhilata Navîn bernade, hewl dide şêwazên pêşketina li vê herêmê fêm bike, kiryar û nêrînên wan bi awayekî rexnegirî dinirxîne.

Danasîna konfederalîzma demokratîk ji aliyê Abdullah Ocalan ve gaveke girîng e. Ji bo têgihîştina civakên ku qaşo kûr hatine parçekirin - çiqasî di bin cil û bergên lîberal an sosyalîst xuya bikin bila bikin- ger ew girêdana dogmatîk a îdeolojîk red bikin, dikarin bi rengekî aştiyane û pêşverû pêş bikevin. Mifteya xwerêveberiya herêmî ya rast ew e ku mirovên li herêmên cuda dijîn, ji kîjan netewe (etnîsîte) û olê dibe bila bibe, pirsgirêkên xwe bi rêzdarî û komî çareser bikin, li ser aqil û berjewendiya hevpar bisekinin. Ev kom di konfederasyonên demokratîk de dibin yek.

Ev gava yekem e ku li seranserê welêt ber bi demokrasiya rastîn ve diçe. Xwerêveberiya herêmî ji aliyê gel ve kevneşopiyên Rojhilata Navîn nîşan dide, ku bi rastî civakên xweser ên komên etnîkî û olî yên piçûk û mezin bi hezaran salan hatin parastin, heta ku li Ewropayê netewe-dewletan derket holê. Gelên Rojhilata Navîn ji bo pêkanîna vê nûjeniya Ewropayê berdêlên giran didin. Sedsalek piştî hilweşîna Împaratoriya Osmanî, welatên herêmê di bin lepên têgînên derewîn ên Ewropî yên pêşketina civakî de têdikoşin; ji ber vê yekê xwîn tê rijandin, welat têk diçin, nakokiyên navxweyî diqewimin, di nav wan de şerê Kurd û Tirkan jî heye. Teqez wê daxwazên fikrên federalîzma demokratîk derkevin pêş, wê sûd werbigirin û berî her tiştî wê tengezariya di navbera civakên etno-olî de kêm bibin.

Em hêvî dikin ku însiyatîfa lihevhatina Tirk-Kurd ku di rojeva siyasetmedarên Tirk de ye, wê vê carê bi ser bikeve û derfeta Abdullah Ocalan hebe ku careke din bibîne ku konfederalîzma demokratîk di pratîkê de çawa tê meşandin. Dem hatiye ku Tirkiye ji dubendiya Kurd-Tirk a demdirêj û bi êş derbas bike û bikaribe di asta civakên Rojhilata Navîn de bimîne. Û ev wê ji bo pêşveçûna kolektîf a tevahiya Rojhilata Navîn re bibe alîkar.