Li Belçîkayê greva giştî
Li Belçîkayê bi armanca şermezarkirina polîtîkayên hikumeta federal careke din greva giştî pêk hat.
Li Belçîkayê bi armanca şermezarkirina polîtîkayên hikumeta federal careke din greva giştî pêk hat.
Çalakiya nû ku li gorî herêman bi rengê cuda hate lidarxistin, dewama greva giştî ya 31'ê Adarê re ye.
Reforma teqawîtiyê, dema alîkariya bêkariyê û budçeya ji bo xizmetên cemaweriyê çend ji daxwazên grevê ye.
Sendîka polîtîkayên hikumeta De Weverê weke 'hilweşîna civakî' pênase dikin.
Hate ragihandin ku wê li Bruksel, Charleroi, Liege û Verviesê mîtîng bêne lidarxistin.
Heyete ji sendîkayan ji bo hevdîtina bi Wezîrê Aborî û Kar ê Federal David Clarinval (MR) wê biçe bajarê Bievre yê eyaleta Namûrê.
Di serî de Antwerpen û Gent wê li herêma Flaman jî çalakî bêne lidarxistin.
Li gel xwepêşandanan wê li herêmên cuda û şîrketan jî xetên grevê bêne danîn.
Sendîka wê bi belavkirina belavokan jî bala raya giştî bikişînin ser mijarê.
Grev wê bandoreke mezin li ragihandina giştî bike.
Ji roja Duşemê saet 22:00 û pê ve li rêyên hesinî yên Belçîkayê ji bo 24 saetan greveke nû hate destpêkirin.
Tê payin ku grev bandorê li balafirgehan jî bike. Hemû seferên li balafirgeha Charleroiyê roja Sêşemê hatin betalkirin. Li Zaventemê jî ji sedî 30 ê seferên ji Balafirgeha Brukselê hatin betalkirin.