110’emîn salvegera qirkirina Ermenan li Êrîvanê hat bibîranîn
Li paytexta Ermenistanê Erîvanê qurbaniyên Qirkirina Ermeniyan hatin bibîranîn.
Li paytexta Ermenistanê Erîvanê qurbaniyên Qirkirina Ermeniyan hatin bibîranîn.
Li paytexta Ermenistanê Erîvanê bi boneya salvegera 110’emîn salvegera Qirkirina Ermeniyan merasîma bîranînê hate lidarxistin. Girse piştî merasîma fermî ya dewletê di saet 11:00’an de ber bi qada Tsitsernakabertê ve meşiyan. Wek her sal saziyên Kurd bi al û çelengê xwe tevlî merasîma bîranînê bûn.
Li cihê bîranînê Komîteya Kurdistanê bi daxuyaniyekî çapemeniyê qirkirina gelê Ermenî şermezar kir.
Li ser navê Kurdan Hevserokê Komîteya Kurdistan Silo Dirboyan û endama Yekîtiya Jinên Azad Seyran axivîn.
Silo Dirboya got; “Em wek gelê Kurd her sal tên û êşa Ermenan bi wan re parve dikin û em kesên ev qirkirin pêk anînê şermezar dikin.”
Dirboyan wiha dewam kir: “Em dizanin dewleta Tirk gelek qirkirin bi ser gelan de anîyê û heta roja îro jî dewam dike. Weke gelê Kurd me jî gelek ferman û qirkin dîtiyê. Em carek dîn wek Komîteya Kurdistan û gelê Kurd ev qirkina ku di sala 1915’an de bi ser gelê Ermenî de hatiyê şermezar dikin û êşa wan parvedikin.”
Seyrana Celad jî wiha got: “Em êşa fermanan baş dizanin, ji ber ku heta roja îro ferman bi ser me de tên. Ji bo ku ferman bi ser ti gelî de neyên, fikir û felsefayê Rêber Apo rêya çareseriyê ye û we pêşî li fermana bigre. Ji ber ku ew felsefeya wekhevî, aşîtî û jiyana hevpar a gelan temsîl dike. Em carek dîn hemû qirkirinê ku bi ser gelan de hatinê şermezar dikin.”