NOBETA AZADIYÊ DI HEFTEYA 670’AN DE YE
Nobeta Azadiyê ku bi pêşengiya Înisiyatîfa Azadî ji Rêber Apo re di 25’ê Hezîrana 2012’an de li bajarê Strasbourg ê Fransayê hat destpêkirin, ket hefteya 670’an.
Di vê hefteyê de Hevserokê Civaka Azad Ehmed Zîrek û endamên Meclîsa Gelê Kurd a Viyanayê Osman Ayaz, Mihemed Kobanê û Mukrî Vakar ku ji paytexta Viyana Awusturalyayê hatin, çalakiyê dewr girtin.
Hevserok Ehmed Zîrek diyar kir ku ew ê çalakiyê li ser navê Civaka Azad û Meclîsa Gelê Kurd a Viyanê bimeşînin û wiha got: “Armanca me ew e ku gelê me li dora Rêber Apo kom bibe û ji bo azadiya wî têbikoşe. Em dixwazin saziyên wekî CPT û AIHM’ê jî erkên xwe bi cih bînin. Qala mafên mirovan dikin lê Rêbertiya me 26 sal in li grava Îmraliyê di bin tecrîdekî mezin de ye. Ji ber vê em bang li wan dikin ku erkên xwe bi cih bînin.”
Zîrek îşaret bi pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin kir û wiha got: “Dewletên Ewropayê jî vê bangê baş dîtin. Ji bo ku banga Rêber Apo were bi cih anînin, divê erkên xwe bi cih bînin.”
Zîrek diyar kir ku Banga Aşitî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo bi qasî ji bo gelê Kurd, ji bo aşitî û aramiya gelên Rojhilata Navîn û Ewropayê ye û destnîşan kir ku divê erkên pêvajoyê werin bi cih anînin û berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî.
Zîrek destnîşan kir ku divê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ev nobet were dewamkirin û anî ziman ku divê Yekîtiya Ewropayê jî bala xwe bide vê nobetê.